Polîtîk

Cameron: Britanya wê piştevanê Kurdistanê be

Êvariya îro çarşem 13.08.2014 David Cameron Serok Wezîrê Brîtanya li rêya telefonê ve peywendiyê bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê re kir.

Li vê peywendiyê da Serok Wezîrê Brîtanya bi tevahî piştevaniya xwe ji bo Serok Barzanî û gelê Kurdistanê ya li şerê dijî terorîstan ragihand û hêviya serkeftinê xwest û tekez li wê yekê kir ku Brîtanya piştevanê gelê Kurdistanê dibe.

Li beranber da Serok Barzanî spasiya Serok Wezîrê Brîtanya kir û ragihand ku şanaziyê bi wê yekê dikin ku li şûna cîhanê azad û demokrat şerê neku rêxistineke terorîstî belku şerê dewletekî terorîstî dikîn û eve jî xisterû ku heta dilopa dawî ya xwînê em sûrîn li şerê terorîstan û bi hêz û îradeya polayînî Pêşmerge wê şerê dikin. Serok Barzanî eve bi Serok Wezîrê Brîtanya ragihand ku niha gelê Kurdistanê piştî wê yekê ku welatên cîhana azad palpiştiya xwe ji bo Kurdistanê nîşandan hêviyeke zêdetir heye û li helwesta bergiriyê derketiye û ketiye helwesta êrîşbirinê. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku gelê Kurd daxwaza hatina serbazî ya tu welatek nake ji ber ku şiyana mirovî û hêza Pêşmerge heye û ewê Kurdistan daxwaz dike eweye ku li ruyê çek ve şiyana Pêşmerge bigihe astekî ku rûbirûyê terorîstan bibe bikaribe wan têkbişkîne. Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî parastina hemû pêkhatên neteweyî û olî yên Kurdistanê bi erkekî xwe yê pîroz zanî.

Her li vê peywendiyê da Serok Wezîrê Brîtanya sersamiya xwe bi azayetiya Pêşmerge û îradeya bi hêza Serok Barzanî nîşanda li dijayetîkirina teror û ragihand ku welatê wan ewê ji dest bê ji bo yarmetîdan û piştgîriya serbazî û mirovî ya gelê Kurdistanê û bi hemahengiya zêdetirê meydanî li gel Herêma Kurdistanê dike.

Li dirêjahiya peywendiya telefoniyê da Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser helwesta Brîtanya li piştgîrîkirina Kurdistanê ya li sala 1991 spasiya helwesta camêraneya niha ya Brîtanya kir û ragihand şerê teror pêwîstî bi palpiştiyekî navdewletî heye û ji ber ku tehdîde li ser hemû cîhanê û ji bo Kurdistanê jî cihê şanaziye ku serqafleya vê cengê ye.

Proseya siyasiya Iraqê û hengavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê mijareke dinê guftûgoya telefonî ya di navbera Serok Barzanî û Serok Wezîrê Brîtanya bû. 

 

Back to top button