Cîhan
Fransa: Divê Esad herê, Rusya naxwaze

Di pirsa Suriyê de helwesta Fransa dijwar dibe û serokê Fransayê dixwaze Bişar Esad here.
Serokê Fransa Francois Hollande doh li gel serokê Rusyayê Vladimir Putin hevdîtinek pêkanî. Piştî hevdîtinê konferansek rojnemevanî de Hollande gelek vekirî da xuyakirin ku dive vêca esad here. Hollande got: Heta Esad neçe tu çareserî li Suriyê çênabê. Ji bo çareseriyê dive Esad here. Divê li ser rejima Esad helwestên mê tund bibin.
Hollande ji bo çareseriya pirsa Suriye çuyina Esad wek mercekî nirxand. Lê Putin di gotara xwe de da kifşkirin ku ew ne wek Hollande difikire. Putin di vê derbarê de got: Gelo eger Esad here wê aramî li Suriye pêkwerê? Armanca me ewe ku şerek navxwe çênebê.