Polîtîk

Erdogan li Diyarbekirê çi bêje?

Îro kongreya Ak Partiyê ya şaxê Diyarbekir heye. Serokwezîr Tayib Erdogan jî ji bo di konreya partiya xwe de amade bibe diçe Diyarbekirê.

Çûyîna Erdogan ya Diyarbekir piralî tê nirxandin. Gelo Erdogan li Diyarbekirê li ser pirsa kurd û rojêva siyasî dê çi bêje.

Ji aliyek din jî eve demeke Erdogan di derbarê pirsa kurd û taybetî di derbarê pirsgirêka komkujiya Roboskiyê de tiştên ku ne di rêde yanî bi temamî di çerçova dîtina leşkeran de daxuyaniya dide.

Hinek dezgehên sivîl li Diyarbekirê daxuyaniyek belav kirin û naxwazin Erdogan serdana Diyarbekirê bike. Helwesta Erdogan ya vê dawiyê wek sedem didin nîşandan. Ji aliyek din BDP ji xelkê Diyarbekirê xwest ku li dijê serdana Erdogan rawestin.

Îro çavên Tirkiye li Diyarbekirê û dê rojeva siyasî taybetî di derbarê pirsa kurd de li Diyarbekir deng bide.

Herweha helwesta CHP-ê ya nijadperest di derbarê pirsa kurd dihat zanîn. Lê niha CHP-ê jî ji bo çareseriya pirsa kurd  teklîfek da parlementoyê û ev daxwaziya CHP jî ji 10 maddeyan pêktê. Ev helwesta CHP-ê bi xwe jî dikare bibe sedemek Erdogan li ser vê pirsê dîtinên xwe bêje.

Back to top button