Polîtîk

Berhem Salih: Belê me mişkîle hene

Berhem Salih cîgirê sekreterê Yekêtiya Niştimnaiya Kurdistanê (YNK) di nivîseke xwe de ku,  duhî (01.06.2012) di rojnameya Kurdistanî Niwê de weşaniye, behsa pirsgirêkên nava YNKê dike di dinivîse ku ji sedemê nakokiyên navxweyî û kutle-kutlanê û grop-gropkanê zirareke mezin gehiştiye YNKê.

Cîgirê Celal Talebanî di nivîsa xwe de dibêje:

Ji destpêka dirustbûnê YNKê  çarçoveyê hizir, dîtin û rengên cuda bûye. Ji ber vê jî hebûna rexnegirtinê yek ji taybetmendiyên YNKê bûye. Lê, mixabin, di dîroka YNKê de, gelek caran ew rexne, gileyî û cudahî dibûne sedemê nakokiyên siyasiyên dijwar û kadiroyên dilsoz bêhêvî dikirin û gelek caran jiheveqetiyan û cudabûn di nav YNKê de çê bûye û YNK bûye êxsîra milmilanên navxweyî û kutleçîtiyê.

Berham Salih di nivîsa xwe de di nivîse ku, hebûna rexneyan wê nêşan dide û Yekêtiyê mişkîle hene, nakokî hene û pêwîstî bi çareseriyên minasib heye û dibêje: ”Belê me mişkîle hene”

Berhem Salih dibêje ku, YNK weke partiyeke Sosiyaldemokrat pêwîste bibe partiye ku, buhayê hevwelatîbûnê di teorî û di praktîkê de biselmîne.

Back to top button