Hevpeyvîn

Firat: siyaseta Erdogan rexne kir

Rojnamevan Nazli İlicak, ligel Dengîr Mîr Firat derbarê polîtîkayên AKPê yên doh û îro de axifî. İlicak, îro ew hevpeyvîn di koşeya xwe ya rojnameya Sabahê de belav kir. Hinek ji wan serdêrên girîng ên hevpeyvînê ku dê deng vedin wiha ne…

Kurd çi dixwazin?

Kurd dixwazin ji rajêriyê (tebaa) derkevin û bibin hevwelatî. Ya rastî ger AKP gavên pêwist biavêje, BDP, li herêmê wek roja îro jî dengan wernagire.

Hemû tiştekî AKPê nuqsan e!

Ma çi ne nuqsan e! Mînak, Îsmaîl Beşîkçî, bi hinceta propaganda rêxistina terorê kiriye 18 meh hikûm wergirt. Tawanê wî, Kandîl bi Q nivîsiye. Bikaranîna herfên W, X û Q qedexe ye. Ji berpirsan dipirsim, ‘’Ma we alfabeya latînî keşif kir?’’ Ger pêwistiya fonetîkê bi herfên cuda hebe, çima wek tawan tê hesab kirin?

Erdogan li ser soza xwe nema

Belê… înkarkara nasnameya Kurd rabû, lê hewldanên asîmlekirinê berdewam in. Dema Tayyîp Erdogan diçe Almanya, dema li wir bi Tirkan re axifî got, ‘’Hunê zimanê xwe fêr bibin û biaxifin, pêş bixin. Belê bo entegrasyonê lê bo asîmlasyonê na.’’ Kurd jî dixwazin fêrî zimanê xwe bibin û pêş bixin. Em nikarin dijî perwerdeya bi zimanê dayikê derkevin. Di navan de jî qedexe heye. Li gor Qanûna Hevwelatîbûna Tirk, nabe nav dijî orf û kevneşopiyên Tirkan bin. Pişta xwe bi vêna ve girêdidin û qedexeyan dideynin. Navên berê jî paşde nehatin vegerandin. Bi kurtî gelek tişt hene ku bên kirin. Wek li Awrûpa tê peyrewkirin, divê desthilatên herêmî bên bihêzkirin. Divê heta zû ye ev hemî gav bên avêtin.

Dibe ku PKK taşeron be

Divê hun PKKê û gelê Kurd ji hev cuda kin. PKK, ji wêya pêdiviyên gelê Kurd bîne cih, li berjewendiyên Ocalan difikire… Dibe ku PKK taşeron jî be. Welatên li cîhanê ne dostên Tirkiyê ne. Rêxistinên îstîxbaratê, dikarin bi asanî rêxistinên terorê bikar bînin. Pirsa Kurd û pirsa terorê ji hev cuda ne. Hun dikarin di pirsa terorê de tedbîrên ewlekariyê werbigrin. Divê hun wan herdû pirsan ji hev cudakin. Pêwist e hun ji wan helwêstên wek; ‘’Dema ez bixwazim, tişta ez bidim hun bi wê razî bin. Kê bixwazim muxatab werdigrim’’ dûr kevin.

Guhertina destûrê nabe çareserî

Ez wek şexs, ligel wê yekê me maddeyên ku dibên nayên guhertin jî bên guhertin. Bê guman, têgehên komara laîk û dewleta hikûqê ya demokratîk dê bimînin. Lê belê wek mînak tê gotin ku, ‘’Zimanê Dewletê Tirkî ye.’’ Lê divê ew hikim bi wêya ‘’Zimanê fermî Tirkî ye’’ bê guhertin. Herwiha meseleya hevwelatîbûnê heye. Girêdana hevwelatîbûnê nabe nîjadî yan jî dînî be. Girêdaneke hiqûqî hebe. Wiha dikare bê gotin: ‘’Her kesê bi girêdana hevwelatîbûnê bi dewletê ve girêdayî ye Tirkiyeyî ye.’’

Destûra sala 1924ê jî ji ya îro pêşketîtir bû. Di paragrafa dawî ya maddeya 42 a destûrê de, perwerdeya bi zimanê dayikê tê qedexekirin. Divê evna jî bê guhertin. Li gor maddeya 42-ê, ‘’Ji xeynî Tirkî hîç zimanekî din, di saziyên perwerde û fêrkirinê de, bo hevwelatiyên Tirk wek zimanê wan ê dayikê nebe bê xwendin û fêrkirin.’’ Ger em dibên na bo asîmîlasyonê, divê em rê li ber perwerdeya bi zimanê dayikê yê Kurdî vekin.(Rudaw)

Back to top button