Civak

Li Duhok Tirkiye hate protestokirin

Li bajarê Duhokê, bi hezaran kes bi armanca şermezarkirina operasyonên Tirkiyê yên li ser Kurdistana Başûr xwepêşandanek darxistin. Daxwaz kirin ku Tirkiye êrîşên li ser Kurdistana Başûr bisekinîne.  

Xwepêşander li ber avahiya zanîngeha Duhokê kom bûn û heta ber bi avahiya parêzeriya bajêr ve rêve çûn.

Di nav xwepêşanderan de endamên parlementoya Kurdistanê û hinek berpirsên dexgehên sivîl jî hebûn. Meznehiya xwepêşandanê li bajêr trafîk sekinand.
Di xwepêşandanê de nivîsandinên wek “ Kujer Erdogan“ “ Kujer Tirkiye “ balkêş bûn.

Wek din jî durişmên wek  “ Bijî yekitiya gelê kurd “, “Bakur, Başur, Rojhilat, yek amac û yek xebat“ di xwepêşandanê de derketin pêş.

Îro jî li Hewlêra paytext xwepêşandanek mezin tê darxistin û wê li ber derê xaniyê konsulusxana Tirkiye kiryarên Tirkiye bêne protesto kirin.

Back to top button