Bila operasyon bisekinin û ji dev çakan bê berdan

Li Diyarbekir partiyên siyasî û dezgehên sivîl hatin ba hev û bangek hevbeş kirin. Partiyên siyasî û dezgehên sivîl ji dewletê xwestin ku operasyona bisekinînin û ji PKK xwestin ku ji dev çêkan berdê.

Doh li Diyarbekirê DTK, BDP, HAK-PAR, KADEP, Komeleya NÛBIHAR, MAZLUMDER, Komeleya Mafê Mirova, Odeya Tabîbên Diyarbekir, Komeleya nivîskarên kurd, Komeleya Suryaniya, Komeleya Ermeniya,  Oda Bazirganiya Diyarbekir, GUNISAD, TZP kurdî hatin ba hev û li ser rewşa dawî daxuyaniyek hevbeş ragihandin.

Li ser nave 20 partiyên siyasî û dezgehên sivîl, parlementerê Diyarbekirê Şerefettin Elçî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku, helwesta hukumetê ya tund rê li çareseriya pirsa kurd digre û cardin destê leşkeran xort dike. Elçî daxwazkir ku, bila dewlet ji dest operasyona berdê û PKK jî ji dev çekan berdê. Pirs divê bi rêya diyalogê û aşitiyane bê çareserkirn.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: