Li gora nûçeya Rudawê, balyozxaneya Awistûrya bi piştgiriya beşa hunerî û çandî ya Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Washingtonê sê filmên Kurdî pêşkêş kir. Yek ji wan filman jî filma ‘KICK OFF’ a hunermend Şewket Emîn bû.
Ev film behsa jiyana penaberên vegeriyayîn Kerkûkê dike. Herdu filmên Bêkes ên ji derhêneriya Karzan Qadir û Winther Land a ji derhêneriya Haşim Zemanî jî hatin pêşkêşkirin.
Ewistûrya jî we derxist. Chi ecêb e we jî nekiriye Avusturya. Lewra li Bakur kurd navên cografîk bi zimanê tirkî bikartînin. \r\n\r\nRastî Awistriya ye. Ji ya giravî re jî Awistraliya. \r\n\r\nLi ensîklopediyê binêrin:\r\n\r\nEv e girêdan:\r\n\r\nhttp://ku.wikipedia.org/wiki/L%C3%AEsteya_dewlet%C3%AAn_c%C3%AEhan%C3%AA\r\n\r\nXêra xwe qet nebe sernivan shash nenivîsînin.