Ji çalakîyên partîzanî:Destana Kanîmasê (Vîdeo)
Çalakîya navdar û bernîyas bi dastana Kanîmasê ku yek ji mezintrîn dastanên şerê partîzanî ku li ser destên pêşmergên qehereman yên şoreşa gulana pêşkeftin xwaz ahtbu encamdan , Dîsan Dastana Kamîmasê çalakîyeka partîzanî ye û di dîroka şoreşên Kurdistanî de mezintirîn çalakî tê naskirn.
Di vê dastanê de, pêşmergê qehreman ji bo dijminê dagîrker dîyarkir ku kurd namrin, derbekê kujek weşande dujminên gelê me, di mawê 30 xolekan de pêşmergeyên can li ser dest karîn ji Zêyê Mezin heta robarê Xabur ji jêr kontrola hêzên dagîrker yê rijêma seddamê gorbegor azad bikin.
Dastna Kanîmasê li sala 1987 ji alîyê hêzên partîzan yên girêdayî Liqa 1 ya PDK ve hatibu pêkanîn. Kanîmasê gundek biçûke û dikeve rojhilatê devera berwarî bala û ev dever nêzîkî 600 km çarkoşe ye , nêzîkî sinorê destçêkirî yê dewleta Tirkî ye. Li kanîmasê bingehê Nahye Herêmdarî ya devera berwarî balê hebu, dîsan sêsedmêrî yeka leşkerê Seddam di sentera gundî da û li derdora gund jî çendîn bingehên leşkerî û hêzên taybet yên rijêma Seddamî ku di destên wan de hemo curên çekên giran ji bo parastana xwe hebun.
Dîsan ji bilî sêsedmêrî ya di sentera gund de 4 bingenên din yên sêsedmêrî û 71 çeperên hêzên leşkerî û kirgirtîyên rijêma Seddamî hebun.
Armanc ji encamdana vê çalakîya partîzanî jî ewbû. ku devera navhatî ji jêr kontirola hêzên dagirker bê rizgar kirin û ev dever bikevedi bin kontirola hêzên şoreşgerên Kurdistanê de…
Hêjay danezanînê ye ku di vê çalakîyêde bi sedan kouştî û birîndar ji dijminî ketin , di nava wande nêzîd 12 piledarên serbazî bi pileyên cuda cuda hebun.(Kurdportal)