Polîtîk

Cafer: Bexdayê pirsa pêşmerge piştguh xistiye

 

Wezîrê pêşmergeyê Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kir ku ev çend sale ew digel hikûmeta Îraqa federal li ser nafên yasayî yêm pêşmerge gihiştîne rêkeftinekê lê hêşta Bexdayê ew rêkeftin cîbicî nekiriye.

Cafer Mistefa wezîrê pêşmerge got ku hikûmeta Bexdayê ne bi tenê pirsa pêşmerge lê pirsên din yên hilawîstî jî çareser nekirine, lê aloztir kirine:

Ev pênc salin em digel hikûmeta Îraqê li ser pirsa pêşmerge û nafln wan yên yasayî civîn û danûstandinan dikin. Heta nuha bi sedan civîn hatine kirin. Ji encamê wan civînan, li ser hijmar û budceya  pêşmerge, em gihiştîne çend rêkeftinan. Lê heta nuke hikûmeta Bexdayê ew rêkeftin cîbicî nekirine.

Em digel Bexdayê li ser wê yekê rêkeftin kul i Kurdistanê 190 hezar pêşmerge heye, 90 bên teqawîd kirin û 100 hezar jî weke psewanên sînoran li ser karê xwe berdewam bin.  Rêkeftineke din jî di navbera serokê herêma Kurdistanê û serokwezîrê Îraqê de heye ku du firqeyên sopayê Îraqê (firqeya 15 û 16) li herêma Kurdistanê dirus bikin, hemû karûbar bidawî hatine, lê ji aliyê Bexdayê ve hatiye ragirtin.

Cafer got jî ku çend careke digel hikûmeta Îraqê li ser budceya pêşmerge civyane. Ev şaş sale di parlamentoya Îraqê de behsa behsa budceya pêşmerge tê kirin ku hikûmeta Îraqê budceya pêşmerge û pasewanên sînor bide, lê tiştek nehatiye bi cî kirin.

 

Back to top button