Leşkerê sûrî du pêşmerge dîl girtin
Du pêşmergeyên Kurdistanê ku derbasî nav axa sûrî bibûn, beriya sê rojan, ji aliyê hêzên leşkerê Sûriyeyê ve hatine giritin û wezareta pêşmege a hikûmeta herêma Kurdistanê hewila azadkirina wan her du pêşmergeyan dide.
Cebar Yawer berdefkê wezareta pêşmerge di daxuyaniyekê de behsa girtina wan her du pêşmergeyan kir û got ku bingehên hêzên pêşmergeyî li ser sînorin û wan her du pêşmergeyên Kurdistanê bi şaşî sînor derbas kiriye û û ji aliyên hêzên sûrî ve hatine girtin.
Yawer got ku wan wezareta derve û wezareta bergiriyê yên Îraqê û aliyên din yên peywendîdar agadar kirine û nuha ji bo azadkirina wan du pêşmergeyan hewildan berdewam in:
– Li gelke cîyan sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê baş nehatiye diyar kirin. Ev jî bûye sedemê wê yekê ku her du pêşmerge zînor derbas bikin û ji aliyê hêzên sûrî bên girtin.
Nêzîkî 7 kilometr sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê dikeve wîlaeyat Duhokê û pêşnerge wî zînorî diparêzin.