Polîtîk

Fîlmeke Kurd li Cannesê xelat girt

Fîlma derhênerê Kurd Rêzan Yeşilbaş “Bêdeng”, li Fransa Cannesê, di festîvala Fîlman a Cennesê de xelata “kurtefîlma herî baş” girt.  Rêzan Yeşîlbaş xelkê Amedêye, di sala 1977 an de ji dayik bûye. Li Stenbolê Zankoya Marmara, beşa TV.û Sînemayê xwendiye. 

Mijara fîlmê bi me re gellekî naskirîye. Fîlm li ser çîroka jina ku mêrê xwe ketiye hepsê, a ku dixwaze cotek sol bigihîne mêrê xwe, ev serpêhatiyê vedibêje. Zeynep, mêrê wê li girtîgeha Amedê girtîye. Jina reben di nav mala xwe û girtîgehê de diçe û tê. Hewcehiya mêrê girtî bi cotek sol heye lê ew jî gorî şert û mercên girtîgeha Amedê qedexe ye. Zeynep hewl dide ku cotek sol bigihîne mêre girtî.   

Dîsa tê zanîn hunermendê Kurd yê bi navû deng Yilmaz Guney jî li Cannesê bi fîlma “Rê”  xelat girtibû.

Back to top button