Merasima pêşwazîkirina 730 termên enfalkiriyan

Di merasima pêşwazîkirin û biaxsipardina termên 730 enfakiriyan de, serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyveke pêşkeş kir û di peyva xwe de hişiyarî de ku hêşta eqiliyeta bierebkirin û enfalkirinê li Îraqê heye.
Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya peyva xwe de got:
– Yên ku naxwazin madeya 140ê cîbicî bibe, ew dixwazin şûnewarên erebkirina kurdan binavneşin .
– Yaku îro li Sadiye, Celewla û Kerkûkê diqewime, her heman siyaseta berê a erebkirinê ye.
Nêçîrvan Barzanî behsa siyaste hikûmetên Îraqê kir û got ku, hikûmetên Îraqê, bitaybetî rijêma Basê, enfalkirina kurdan ji gelê kurd re bi karekî adil zaniye. Lê kurd û hemû gelên azadîxwaz îspat kirin ku, rijêmêm diktator jinavdiçin û îradeya azadîxwazan serdikeve:
– Îro rewşeke minasib ji bo gelê me heye û şertên serkeftima ne yekrêzîya aliyên siyasiyên Kurdistanê û gelê kurd e.
Barzanî di peyva xwe de got ku, ew gorên bi kom yên dihêne dîtin, belge û şahidên eqiliyeta tawankarî û şovînî derheq bi nejada kurd in:
– Lê dersên wan tawanan ji me re dibêje ku nabe tenazulê ji tu mafên miletê xwe bikiîn û digel hemû aliyan ji bona ku wan tawanan bi cîhanê bidin nasandin bixwebitîn.
– Em îsrarê li ser wê yekê dikin ku divê hikûmeta Îraqê wezîfeya xwe bi cî bike û biryarên dadgeha bala a tawanan a Îraqê û parlamentoya Îraqê cîbicî bike û tezmînatan ji malbatên qurbaniyên enfal, jênosîda û kîmiyabaranê li herêma Kurdistanê bide.
Nêçîrvan Barzanî di peyva xwe de behsa wê yekê jî kir ku, heta niha hindek tawanbaran ahtîne îdam kirin, lê tawanbarê esasî hêşta meye, ew jî eqliyeta faşîstî û komkujiyê ye. Eqliyeta dijmnkarya gelê Kurdistanê û mafên adil yên gelê kurd e. Eqliyeta parastina mîrasê siyaseta erebkirin û qirkirina nejadî ye:
– Ew eqliyet ji bo ser nuha û pêşeroja Îraqê xeter e. Heta ku hindek kes hebin ku mafê gelê kurd înkar bikin û şûnewarên rijêma jinavçûyî biparêzin, dûr nebînin ku siyaseta komkujiyê û enfalan dubare bibe.
– Hindek aliyên siyasiyên îraqî, îro, bi hemû îmkanên xwe ji bo şûnewarên erebkiirn, enfal û komkujiyê biparêzin, dixebitin û dixwazin weke xwe bimînin. Ev jî bi wê yekê diyar dibe ku nahêlin madeya 140ê bê cîbicîkirin. Herêma Kurdistanê dixebite ku sînorekî destûrî û yasayîyî bihêz ji bo siyastê deyne daku, diktatorî, hukimê yekesî û eqliyeta faşîstê careke din venegere Îraqê.
Ji bilî gotara wezîrê karûberên şehîd û enfalkiriyan di merasim apêşwazkirin û biaxsipardina 730 termên enfalkiyan de çend peyv û gotarên din hatin pêşkeş kirin.
Li gor belgeyên hatine dîtin, piraniya wan 730 qurbaniyan xelkê Çemçemal, Qadirkerem û devera germiyan in.