Polîtîk

Li Sarikamişê êrîş: 2 brîndar

Li Qersê, li navçeya sarikamiş, herêma Mescîtlîyê gerîlayên PKKê êrîşa qereqoleke cendermeyan kirine û di encama êrîşê de tê ragihandin ku du leşker brîndar bûne. Ji ber pevçûnê, rêya Erzirom û Sarikamişê bi trafîkê re hat girtin.

Leşkerên brîndar, bi helikopterê rakirine nexweşxana Mareşal Çakmak a leşkerî û xistine bin dermankirinê.  Piştî êrîşa li ser qereqolê, hêzên ewlehiyê a Tirkiyê dest bi operasyona kirine. Tê ragihandinku di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de pevçûn dewam dikin.  

Back to top button