Pirsa kurd li Iraqê nehatiye çareserkirin
Malbatên şehîdên enfalan
Xuşk û bira
Hikûmata herêma Kurdistanê bi hurmet ve pêşwazîyê li termên van şehîdan dike û weke wezîfeya xwe di marasima veşartina wan de amade dibe û serê rêz û hurmetê bo wan diçemîne.
Birêzan
Ev 730 şehîde bi tenê li ser yeke tişt hatine şehîd û enfalkirin, ew jî ji ber ku ew kurd bûn. Ango enfal ji bo jinavbirina kurdan bû, enfalçî dijî teqsîmatên Xwedayê mezin jî bûn.
Tabûtên van çemd şehîdên ez li pêşiya wan rawesta me, sembola şehîdên neteweya mene.
Îro, bi navê hikûmeta herêma Kurdistanê ji wan re dibêjîm; azadî, destkeftî û pêşkeftinên nuha li Kurdistanê hene berhema xwîna weye. Sûnb be bi xwîn û xwenên we ku, em hertim ji bo azadî, avadanî û pêşkeftina Kurdistanê bixebitîn. Silav û rehmeta Xweda li we û gişt şehîdên Kurdistanê be.
Mixabin, hikûmetên Îraqê, her ji destpêka damezrandina dewleta Îraqê, ji bilî tazî, nexweşî û karesatan tu tiştek din ji gelê Kurdistanê re rewa nedîtiye.
Îro, careke din em dil, ciger û beşek ji dîroka bi mergesat a neteweya me, li ser axa xwe ya pîroz vedişêrîn ku, hêvîdarîn nifşê nuha û nifşê pêşerojê, van mergesata bi çavên xwe nebînin. Em hemû ji kûrtiya dilê xwe hest bi azar, xem û kovanên malbatên van şehîdên Qadirkerem û gişt qurbaniyên enfal û kîmiyabranê dikin. Me, ji netweya xwe bi giştî û ji malbata xwe bi tyabetî, her yekî ji me beşa xwe ji enfalan, wêrankariyê û komkujiya ser destê rijêmên berê yên Îraqê, dîtiye.
Azareke gelek mezine ku, em termê van xweştivyan diveşêrin. Heşt êrîşên enfalan, li şeş deverên Kurdistanê, 182 hezar kes ji me berzekirin ku, nuha navbeyn-navbeyn li biyabanan ew tên dîtin. Mixabin, hikûmetên Îraqê, bi taybetî rijêma Sedam, her ew ji bo gelê me rewa dîtiye, dixwest her ew beşa kurdan be, lê kurd û hemû gelên azadîxwaz rojane îspat dikin ku, di encam de rijêmên diktator jinavdiçin û îradeya gelên azadîxwaz serdikeve.
Em hêvî dikin ku bazinê van derdeseriyan bişkê û neteweya me bi timamî û bi yekcarî rizgar bibe, peyama mirovane û azadîxwazaneya gişt şoreşên Kurdistanê bicih bê.
Îro rewşeke minasib ji bo gelê me hatiye, eger aliyên siyasyî yekgirtî bin, pêşerojeke gelek baş li pêşiya meye.
Ji bona ku em dîroka xwe baş bizanin û bi zanîn li pêşeroja xwe binêrîn, divê nifşê nuha û yê pêşerojê hertim yada van şehîdan di dil û fikra wan de zîndî rabigirin.
Divê neviyên me hertim li bîra xwe bînin ka van qurbanîyan, di dema girtina wan, veguhastin û zîndanîkirina wan li Nogreselman, Eerer û zîndanên din yên biyabanê de, ji aliyê rijêmê ve, çi rojên reş û nexweş derbaskirine. Paşî bisaxîbinaxkirin û bikomkuştin û heta veşartina navnîşanên gorên bi kom jî.
Piştî jinavçûna rijêmê (rijêma Sedam Hisên), hêdî-hêdî goristanên bi kom hatine dîtin ku, ew goristan belge û şahidên ebedî yên tawanên eqliyeta tawankarî û şovenî derheq bi nejada kurd in. Lê dersên wan tawanan ji me re dibêjin; nabe em tenazulê ji tu mafên miletê xwe bikîn.
Divê em hemû alî bi hev re tawna enfalan bi cîhanê bidîn nasandin, ji aliyê qanûnî ve jî, li ser astê cîhanê bi jênosîda bidîn nasandin. Di vî warî de hikûmeta herêma Kurdistanê, weke wezîfeya xwe, tekîdê li ser giringiya vî karî dike. Ji ber hindê jî hikûmet gelek îsrarê li ser giringiya pirosesa nasandina qurbaniyan û bi awayekî zanistî miamilekirin digel gorên bi kom dike, mixabin, ji ber teamila nezanistiyane digel gorên bi kom gelek belge û dekoment hinda bûn.
Herwesa, her li vir, em îsrarê li ser wê yekê dikin ku, divê hikûmeta Îraqê wezîfeya xwe a cîbicîkirina biryarên dadgeha bala a tawnan a Îraqê û biryarên parlamentoya Îraqê bicî bike û tezmînata bide malbatên qurbaniyên enfal û jênosîda li Kurdistanê.
Yên ku heta nuha ji ber tawana enfalan gihiştîne cezayên xwe mînakeka tawanbaran in. Lê tawanbarê esasî ku hêşta maye, eqliyeta faşîstî û komkujiyê ye, eqliyeta dijminatîkirina gelê Kurdistanê û mafên wî yên adil in, eqliyeta parastina mîrasê siyaseta erebkirin û qirkirina nejadî ye. Ew eqliyeta ku heyam-heyam serî hildide, li ser nuha û paşeroja Îraqê xetereke sereke ye.
Negiringe ku desthilata vê hukumdariyê ji ya din kêmtir e, yan kêmçektir e. Lê belê ya giring ew eqliyete ya ku hukum birêve dibe. Jiber ku tawan her tawane. Her dema dest bi şêlûkirina heqîqetan û nedana hindek mafan û kuştina çemnd kesan bê kirin, gelek dom nake û berfirehtir dibe. Ev weke berbûna agirî ye, piştî demekê hemû aliyan vedigire. Ji ber vê yekê divê agadar û hişiyar bîn daku, nehêlîn biçûktirîn agir hilbe. Ango, hindî hindek kes peyda bibin û mafê kurda û xelkê din înkar bikin û şûnewarên rijêma berê biparêzin, hîngê dûr nebînin ku siyaseta komkuijiyê û enfalkirinê nû bibe ve.
Hindek aliyên siyasî îro li Îraqê, bi hemû îmkanên xwe ji bona ku, şûnewarên erebkirin, enfal û komkujiyê jinavneçin, dixebitin û dixwazin ew şûnewar weke xwe bimînin. Ev yek jî ji wê çendê diyar dibe ku nahêlin madeya 140ê cîbicî bibe. Ango nahêlin dest li mîrasê reş ê enfal û komkujiyê bidin. Bi wateyeke din, mixabin, heta nuha piştgiriya wê siyasta bi nefret dikin.
Çima enfal çêbûn? Ez dipis im: Gelo ma her ji bo hindê nebû daku şûnewarên erebkirinê biparêzin û Kerkûk û deverên din bo heta hetayê di wê meynetiyê de bimînin û ji kurd û cografiyaya kurdî bên dabirîn? Mixabin, heta nuha ew siyaset berdewam e û pirsgirêka wan deveran nehatiye çareserkirin. Ango pirsa kurd li Îraqê nehatiye çareserkirin. Ev bû armanca eslî a enfalan; çolkirina bajar û gundên Kurdistanê û akincîkirina xelkê din li cîyê wan. Ya ku îro li Sadye, Celewla, Kerkûk û hin deverên din diqewime dirêjepêdana eynî siyasetê ye, her çiqas reng û awayê siyasetê hatiye guhertin jî, lê cewherê wê her yek e. Ji ber hindê divê gelek hişiyar bîn daku, komkujî, enfal û tawanên din dubare nebin.
Divê bizanîn ku, jibilî tank, panzer, firokeyên şerî, êrîşên bejayî, siyaset û çekên din yên mergbar jî hene. Ew xeter ne bi tenê li ser gelê Kurdistanê ye, lê pêkhatên din jî yên Îraqê, eger rê li eqliyeta kevin a tawankarîkirinê neyê girtin, di pêşerojê de dikevine bin gefan. Qed nexerîbe hukimdariyeke din a dil bi kîn dest bo çekê cehenemî yê xetertir bibe.
Dema em dibêjin; divê destûr bê cîbicîkirin, jiber hindê ye daku gelê Kurdistan û hemû gelê Îraqê careke din rastî derdeserî û azaran nehên. Her ji ber vê yekê em, weke hikûmet û gelê Kurdistanê, hewil didîn ku sînorekî destûrî û qanûnî bê deynan daku, careke din diktatorî, hukimê yekesî û eqliyeta faşîstî dersthilatê di kursiya desthilatê de asê neke.
Siyaseta serokatiya herêma Kudistanê, hikûmeta herêma Kurdistanê, gişt partî û rêxistinên kurdistanî û demokratiyên Îraqê zelal û eşkere ye.
Me bes ew divê ku destûr hakim be û hurmet jê re bê girtin, garantî hebe ku, rê ji tu kes, tu hizib û tu grûp re neyê dan ku, sîstema demokratîk û federalî bin pê bike. Me divê sîstema
demokratîk li Îraqê, bi dirustî, li ser edalet, tewafiq û rêzgirtin li gişt pêkhatan bê damezrandin.
Dîrok bi giştî û dîroka Îraqê bi taybetî, ji me re dibêje ku, zolimkirin li beşek ji gelê Îraqê di encam de dê ew zolim hemû pêkhatên gelê Îraqê vegire.
Ji ber hindê, xelkê Kurdistan û Îraqê, bi demokratîxwaz û mafperweran ve, divê yekbigirin ji bona:
1- Rêgirtin li her eqliyeteke diktatorî. Cîbicîkirina rêkeftina Hewlêrê û biryarên civîna Necefê.
2- Rêzgirtin li prensîpê tewafiqê ku, bingehê destûra Îraqê ye.
3- Çespandina federaliyê û bicîanîna daxwaza wan wîleyatên daxwaza federaliyê dikin.
4- Parastina gişt mafên destûrî yên herêma Kurdistanê û cîbicîkirina madeya 140ê li ser esasê jinavbirina gişt şûnewarên siyaseta erebkirin, enfalkirin û kîmiyabaranê.
5- Hewlidan ji bo nasandina enfalan bi jênisîda derheqê kurdan li çîhanê.
6- Tawanên enfal û kîmiyabaranê weke ders di nav programê xandinê de li tevaya xwendingehên Îraqê bên bicih kirin.
7- Qerebukirina (tezmînat) ziyanên gelê kurd û qurbaniyên gişt tawanan.
8- Bi cidî giringî bi çareserkirina pirsên civakî yên xelkê Îraqê bê dayîn weke; bêkarî, giriftariyên lêqewmiyan, sêwiyan, handîkapên şerî, çareserkirina pirsa akincîkirinê, ava vexwarinê, kareba, rê û pir û pirsgirêkên din.
Em dixwazin xelkê Îraqê, bi herêma Kurdistanê ve, bi bextewerî û aramî bijî, rewşa jiyaneke demokratîk û mirovatî a hêja bo bê dabîn kirin. Daku enfal û diktatoriyê nebînîn, mergê hezarn ezîzên bi neheqî şehîdkirî, weke van ezîzan, nebînîn.