Polîtîk

Serokê MIT-ê yê kevin hate girtin

 

Di çerçova doza 28-ê Sibatê de, di pêla pêncem de keseyetê herî girîn ku wek kedûnê zanyariya tê zanîn hate binçav kirin. Di çerçova vê dozê de gelek kes di pileyên bilind yên leşkerî û dezgehên din yên dewletê de hatin binçav kirin û hatin girtin. Di nav wan kesön hatän bin’av kirin de 5 generalên kevin hene. Lê ev cara yekem e ku serokê Îztixbarata Tirkiye(MIT) yê kevin tê binçav kirin.

Teoman Koman di navbera salên 1988-1992 serokê MIT-ê bû. Teoman Koman di pêvajoya 28-ê Sibatê de fermandarê leşkerî yê beşê cendirma bû. Navê wî ji bo fermandariya hezên erdî derbas dibûya  lê ew sala 1997-ê teqewit bû.

Ew li mala xwe rûnenişt bû cîgirê serokê îdareya INTERBANK. Interbank banka Cawît Çaglar yê ku zilamê Silêman Demirel yê herî girîng bû. Di dema xwe de wezîrtî kiriye.

Teoman Koman yek ji wane ku JITEM avakiriye. Lê ewî her tim gotiye ku JITEM çîye? tiştek bi vî navî çênebûye.

Dema dixwestin di derbarê van dezgeh û bûyerên tarî de êfada Koman bigrin guh nedida kesekî û digot“ Ew kîne ku dixwazin îfada min bigrin“ tu cara neçû deverekî îfade neda.

Niha Teoman Koman di binçav de ye û ji aliyê timek kî ve lê gel wî lêpirsîn tê kirin. Teoman Koman yek ji wan kesane ku avakirina JITEM-ê bi fermana wî pêkhatiye û wî bi xwe îdare kiriye.Eger Koman biaxive dê rûpelek reş di dîroka xirabiyên li Tirkiye hatîn kirin hinek bê jî zelal dibe.

 

Back to top button