Demana kurda kurd bi xwe ne
Dema mirov karekî dike her tim bi awayekî dixwaze demanek hebê ku ew kar têk neçê. Di qada siyasî de li cîhanê pêwendiyên welatan li gora li hevhatinên hatîn imzekirin demanê peyda dike. Heta wek îro bi hezeran peymanên navdewletî bûye bingehek ku pêwendî û dayînstandin rêve diçin.
Li welatan rêvebirina civatan de qanûn û yasa dibe deman û pêwendiyên di nava civatê de û herweha îdarekirina dewletê li gora van qanûnên heyî çêdibe. Herkes her beşek yê civatê bi qanûnên heyî mafê xwe dibarêze. Lê dema qanûn bê binpê kirin hinge tevlîhevî nexweşî, xirabî û pêşerojek tarî destpê dike. Ev yek di hemi civatan de li hemi welatan de bi vî awayî çêbûye. Rêzgirtin û binpêkirina qanûnên heyî bûye sinorê demokratîk bûnê yê herî zîz.
Eve demeke li Başûrê Kurdistanê pirsgirêkin mezin di navbera herêma Kurdistanê û hukumeta Iraqê de destpêkiriye. Sedemê bingehîn ewe ku hukumeta Iraqê qanûna heyî bi cih nayne û yasayê binpê dike. Kurd li gora rewşa xwe ji bo parastina destkeftiyên xwe hewl didin.
Gelo çi garantî heye ku sibe cardin hukumeta Iraqê bi tank û topên xwe û balafir û bombeyên xwe yên jehir êrîşê Kurdistanê nekin.
Gelek caran dema pirsa rewşa Kurdistana Başûr tê kirin, tê pirsîn ku; gelo kurda hêzên xwe pêkanîne ku sebe cardin ereb nikaribin êrîşekî bibin ser Kurdistanê? Gelo çekên giran destê kurda de hene ku bikaribin xwe biparêzin? Bersiva van pirsan bi awayên cur bi cur tê dayîn. Lê sedema pirskirina van pirsan ji aliyê piraniya kurdan ve gelekî girîng e. Ev pirsên bi vî awayî bi xwe jî dide zelalkirin ku divê bersiv çibe.
Li bajarê Silêmaniyê rewrisma weşartina 730 termên kurdên hatîn enfal kirin hebû. Termên kurda ji gorên komî hatine derêxistin ji nûve li Kurdistanê binax kirin. Heşt êrîşên enfalan li şeş deverên Kurdistanê pêkhatine û 182 hezar kurd hatine kuştin. Rejima xwînxar a Saddam ev yek ji bo gelê kurd rewa didîta. Gelo îro çi deman heye ku rejima Nurî Malikî bi ziyniyeta dîktaroyekî vê yekê cardin ji bo gelê kurd rew nebîne?
Raste îro rewş gelekî cudaye. Kurdistanek federel heye, kurdan li herêma kurdistanê gelek dezgehên xwe avakirine û Kurdistanê berbipêşve dibin. Hêdî hêzek ku bikaribe parastina welatê xwe bike heye. Lê heta zihniyeta dîktatorî ya li Iraqê heyî neyê guhertin her tim êrîşkirinek li ser Kurdistanê, têkçûna rewşa Kurdistanê di rojevê de ye.
Ji bo vê yekê gelek vekirî dixweyê tu peyman û qanûna bingehîn ya Iraqê bi xwe nabe demanek ji parastina xaka Kurdistana azad re. Demana Kurdan kurd bixwene. Kurd divê bi hemî awayî hêztirbin û hewlbidin ku ji aliyê leşkerîve jî bibin hêzek li herîmê da ku rojek ji rojan kesek nikaribe gefên tekbirinê li Kurdistanê bike.
Îro li Başûrê Kurdistanê ev îrade heye û herweha ev merc jî hene. Ji xwe siyaseta serokatiya herêma Kurdistanê û hukumeta Kurdistanê jî vê yekê nîşan dide.
Serokê hukumeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di axvtina xwe ya rewrisma pêşwazîkirina termên enfalkiriyan de gelek vekirî tirsa li ser Kurdistanê heyî dide kifşkirin.
Nêçîrvan Barzanî dibêje: “ Yên ku heta niha ji ber tawana enfalan gihiştîne cezayên xwe mînakeka tawanbaran in. Lê tawanbarê esasî ku hêja maye, ew jî zihniyeta faşîstî û komkujiyê ye, zihniyeta dijminatîkirina gelê Kurdistanê û mafên wî yên adil in, zihniyeta parastina mîrasê siyaseta erebkirin û qirkirina nejadî ye. Ew eqliyeta ku heyam-heyam serî hildide, li ser niha û peşeroja Îraqê xetereke sereke ye. “
Ev gotinên serokê hukumetê bi xwe jî delîle ku tenê demanek ji bo kurda heye ew jî kurd bi xwe ne. Ev yek ji bo beşên din yê Kurdistanê jî derbas dibe û gerek kurd li hemî deverekî yê Kurdistanê bi zihniyeta ku ew bi xwe dikarin bibin garantiya destkeftiyên xwe û herweha ew bi xwe tenê dikarin bibin diwarê bingehîn yên parastina destkeftiyên xwe kar û xebatê bikin.
29.05.2012
Dara Bilek