Kultur

Fîlmê Saddam Hisên tê: ‘AMO SADDAM’

Lîztikvanê Îrlandî Barry Keoghan wê di projeya xwe ya nû de serbazekî Amerîkî yê ku di rojên dawîn ên berî darvekirinê ligel Saddam Huseyn bû, bilîze. Çêkirina fîlm wê payîzê dest pê bike.

Xelatgirê BAFTA Barry Keoghan ,ê ku bi fîlmên wek “Saltburn”, “Mirina Kerekî Pîroz”, “Banshees of Insherin” û “Dunkirk” de tê naskirin, xwe amade dike di fîlmekî de bilîze ku balê dikişîne ser mehên dawî yên dîktatorê Iraqê Saddam ên berî îdamê.

‘AMO SADDAM’

Fîlm ku ji pirtûka Will Bardenwerper a bi navê ‘The Prisoner in His Palace’ hatiye amadekirin, wê derhêneriya fîlm Johan Renck bike, ku di heman demê de derhêneriya rêzefîlmê Çernobîlê jî kiriye. Senaryoya fîlm ji aliyê Darby Kealey ve hatiye nivîsandin.

Di fîlmê ku wê bi navê “Amo Saddam” bê binavkirin, Keoghan wê rola serbazekî Amerîkî bilîze ku erkê paraztina dîktatorê hilweşandî û berî darvekirina wî dike.

JI HERÊMÊ LI LÎZTIKVAEKÎ EREBÎZAN DIGERIN

Li gor gotina derhêner Johan Renck Renck, wê fîlmê “Amo Seddam” ji ” klasîkên fîlmên şer” nehewîne û wê di navbera “fîlmek zîndanê, fîlmek şer û hema bêje celebek fîlmek tirsnak fîlmek nû be”.

Rola Saddam hîn nehatiye destnîşankirin, lê Renck li herêmê li “lîztikvanekî baş digere ku bi Erebî diaxive û dikare bi rastî rola Saddam baş bilîze”. Çêkirina fîlmê ku wê ji aliyê Renck û Michael Parets ve bê çêkirin, wê vê payîzê dest pê bike.

Balkêş e ?
Close
Back to top button