Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî ligel Serok Îlham Aliyev civiya

Di duyemîn roja Konferansa Asayişa Munchenê de li Almanyayê Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev kir.

Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Serok Aliyev kir bi boneya dubare bijartina wî bo postê Serokê wî welatî û her du alî tekez li ser wê yekê kirin ku pêwîste ji bo pêşxistina peywendiyan û hevkariyên Azerbaycanê yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî vekiriye gavên pêwîst bên avêtin.

Wan prosedurên vekirina konsulxaneya giştî ya Azerbaycanê li Hewlêrê gotûbêj kirin, ku dê bibe alîkar ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyan. Serok Aliyev her wiha Serok Nêçîrvan Barzanî vexwendiye Konferansa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Guhertina Avhewayê (COP29) ku îsal li Azerbaycanê tê lidarxistin.

Di hevdîtinê de geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn û metirsiyên li ser aştî û aramiyê jî hatin nirxandin. Her du aliyan pabendbûna xwe ya ji bo parastina aştî û aramiyê û bi hev re ji bo vê mebestê dupat kirin.


Back to top button