Civak

Astengiyên li pêşiya dersên bijarte yên Kurdî

 Yekîtiya Dildarên Kurd (DILKURD) rapora xwe ya „astengiyên li pêşiya dersên bijarte yên Kurdî“ eşkere kir. Helwestên siyasî û dezînformasyon yek ji wan astengan hat ragihandin. Yekîtiya Dildarên Kurd (DILKURD) lêkolînên xwe yên li ser pêvajoya hilbijartina dersên hilbijartî yên sala perwerdehiya 2024-2025an, ku di 30ê Çile de dest pê kiribû û di 12ê Sibatê de bi dawî bû, weşand.

Xebatên DILKURDê bi hevrêziya sendîka, odeyên pîşeyî, mamosteyên Kurd û kesên serbixwe hatin meşandin.

DILKURDê pirsgirêkên ku di pêvajoya hilbijartina dersên hilbijartî de hatin dîtin û tespîtkirin, astengî û kêmasiyên pratîkî yên dersa bijarte ya Kurdî û bi giştî hemû dersên hilbijartî bi raya giştî re parve kir. 

Li gor rapora ku ji aliyê DILKURDê ve hatiye amadekirin, sedemên ku herî zêde hînbûna Kurdî asteng dikin wiha ne: 

Banavkirinên Xelet

Tesnîfên Xelet

Însîyatîfên Şaş

Zanyariyên Xelet

Berpêşên Xelet

Agahdariyên Xelet

Helwestên Xelet Ên Polîtîk

Dem û Wextê Kêm

Perwerdeya Kêm

Kêmbûna Hejmara Dersan

 Yekîtiya Dildarên Kurd (DILKURD)di wê bahweriyê de ye ku ev sedem di hilbijartina dersa bijarte ya Kurdî de dibin asteng ku zarokên Kurd vê dersê hilbijêrin û ev yek bi zanetî tên kirin.  

Back to top button