Cîhan
Li Îranê zilamekî 12 kes ji malbata xwe kuşt

Hat ragihandin ku li eyaleta Kirman a Îranê kesekî çekdar 12 xizmên xwe, ku di nav wan de bav û birayê wî jî hebûn, kuştin. Li Îranê zilamekî 30 salî bi guleyan 12 xizmên xwe kuştin.
Hat diyarkirin bûyera ku li Kirmanê qewimiye di dîroka Îran a dehê salan de êrîşa çekdarî ya herî kujer e.
Li gor AP, Îbrahîm Hemîdî ji dezgeha yasayî ya parêzgeha Kirmanê bi daxuyaniyekê ji ajansa Îranê ISNA re ragihandiye ku çekdar piştî nakokiya di nav malbatê de gule berdaye bav, bira û xizmên xwe.
Di derbarê êrîşê de hat ragihandin bûyer li gundekî Kirmanê pêk hatiye û êrîşkar çeka lûle dirêj a kalaşnîkovê bi kar aniye.