Fermandariya Keçên Tavê

Li Herêma Kurdistanê Wezareta Pêşmerge hêzekê bo jinên êzdî di Yekîneya bi navê “” ji 420 jinên êzdî pêk tîne û fermandarên pêşmergeyan wan perwerde dikin.Jinên êzdî yên ku DAIŞê par di êrîşên li ser Şingala navçeya Mûsil û dorberê de eqrebeyên wan kuştin û revandin serî li Wezareta Pêşmergeyan xistin ku wan têxin leşker. Wezaretê serîlêdan nirxand û ji bo parastina herêmên ku êzdî lê dijîn biryar da ku yekîneyeke ku jinan pêk tê bê avakirin. Li gor biryarê serîlêdana jinên êzdî yên ku emrê wan di navbera 18 û 30 salî de ne hat qebûlkirin û yekîneya ku ji 420 kesî pêk tê hat avakirin.Jinên ku unîformayên xwe sitandin dixwazin ku zû bên perwerdekirin û li dijî DAIŞê şer bikin. Fermandarên pêşmergeyan perwedeya xweparastin, şerê rûbirû, di ereziyên zehmet de pêşdeçûyînê didin jinên ku hê çekên wan nehatine. Di asta duyan de ewê perwerdeya çekan bidin jinên namzeda leşkeriyê.- Di yekîneyê de jinên ku ji destê DAIŞ xilas bûn jî heneXatê Xidira fermandar û avakera Fermandariya Keçên Tavê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di 3yê tîrmehê de li Şengalê di êrîşên DAIŞê de qirîzeke mirovahiyê hat jiyandin. Xidirê destnîşan kir ku di dema êrîşê de ew jî 10 rojan li Çiyayê Şengalê ma û paşê ku korîdaro hat vekirin ji wir xilas bû û biryar da ku jinên ku wek wê bêçare mane biparêze.Xidira ku êş û jana wê rojê bi çevên xwe dît eşkere kir ku piştî êrîşa DAIŞ 5 hezar û 200 êdî bûn pêşmerge û wiha pê de çû: “Erdê xwe bi tenê em dikarên biparêzin û ji bo wê bimrin. Keçên me yên ku demekê di destê DAEŞê de hêsîr man dibêjin ku gelek caran firsend ditîn ku birevin lê belê ji ber ku nizanibûn çekan bikar bînin nikarbûne birevin. Li ber serê 10 qîzên êsdî nobedarek hîştibûne. Heke wan qîzan bizanibûna ku çekan bikar bînin ew ê zûtir xilasbûna. Ji ber vê yekê me biryara xwe da ku qasî ku dikarin di eniyê de şer bikin perwerdeya leşkerî hildin. Di nav yekîneya me de qîzên me yên ku di destê DAIŞê xwe xilas kirin jî hene.”Xidirê diyar kir ku di êrîşa DAIŞê da gelek kes li ber çevên wê hatin revandin û wiha pê da çû: “Dema ku ew bûyaran li ber çevên min bûn min biryar da ku dibê jin ji bo parastina xwe û malbata xwe perwerdeyê bibînin. Dibê em erdê xwe şerefa xwe biparêzin. Li her aliyên dinyayê karên ku mêr dikin jin jî dikarin bikin.”Xidirê got ku daxwaza wan ew e ku piştî perwerdeyê di xilaskirin û parastina Şengalê de wezîfeyê hildin û wiha axivî: “Navê yekîneya me “Fermandariya keçên Tavê” ye. Em dixwazin ku welatê xwe yê ku di tariyê de hatiye hîştin derxin ronahiyê, wek tevê derkevin. dema ku perwerdeya xwe bê pirsgirêk temam bikin emê ji bo DAIŞê bibin tirsa herî mezin. Em ê heyfa hemû xuşk û birayên xwe bistînin.”

Nerîna min :