Vîdeo

Fermandarên Tirk har bûn -VÎDYO-

Di Lîvaya Piyadeyê Ewlekariyê Hundirîn a Şirnexê de fermandarekî Tirk ji ber kêyfa xwe leşkerên xwe binê xeteriya mirinê. Fermendar leşkerên xwe li derûdora nîşangehê rêz kir û ji navbera her du lingên xwe ber bi leşkerên xwe gulle barand.

Leşkerên Tirk jî ji tirsa xwe nedikarîbûn dengên xwe bikin û him jî ew dimenên sosret ji aliyê Serfermandariya Tirk ve hatîbû derevkirin.

Di dîmenan de jî xuya dibe ku leşkerên Tirk ji bo pêşîgirtina bûyerên xeterê ji fermandarê xwe rîca dikin lê fermandar bi awayekî kêyfxweş û bê ewhlehî li ser leşkerên xwe gulle dibarîne.

Piştî eşkerabûna dîmenan Serfermandariya Tirk jî dest bi lêpirsinê kir û bi daxuyaniyekê ve diyar kir ku perwerdehiyek bi vî awayî di nava feraseta leşkerên Tirk de nîne. Lê efserên ku di nava Hêzên Taybetê de cih digrin, ji bo vê bûyerê jî wek Perwerdehiya Ewlekariyê bi nav kirin.

Di nava Artêşa Tirk de bûyerên bi vî rengî gelek caran hatîbû eşkera kirin lê ti car li ser wan bûyeran lêpirsinên cidî nedan destpêkirin.

Back to top button