Civak

Li Silêmaniyê xwepêşandanan êrîş birin li ser baregehê PDK-ê

Îro li bajarê Silêmaniyê xwepêşandanek çêbû. Xwepêşandana êrîş birin ser baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê li Silêmaniyê. Xaniyê PDK-ê dan ber keviran û cam û pencereyên xanî şkênandin. Herweha  Hinek kesan di nav xwepêşandanan de xaniyê partiyê dan ber gullan. Li ser vê yekê bersiva xwepêşandanan hate dayîn û polîsan midaxele kir. Li gora agahdariyan hinek kuştî û birîndar hene.

Li ser bûyera îro berpirsê Liqê 4-ê yê PDK-ê, Hiwa Ahmet Mustefa ji PNA re da xuyakirin ku tevgera Goran li pişta vê bûyerêye. Ev xwepêşandan li Silêmaniyê li ber dergeha Sera destpêkir û hêjî berdewam e.

Di vê derbarê de Hiwa Mustafa got: Xwepêşandana di destpêkê de durişmên (slogan) gotin  û me jî got ku ev tiştek normal e. Lê piştre kevir li ser me de barandin me dengê xwe nekir.Belê hinekan di nav xwepêşandanan de gule li me barandin, em jî mecbûr man ku xwe biparêzin.
Berdewambuna daxuyaniya xwe de berpirsê liqê 4-ê got ku, PDK ne pariyek piçûke heta ku ew bikaribin daqurtînin. Ev karê han xizmeta bajarê Silêmaniyê nake.

Parêzgerê Silêmaniyê di vê derbarê de da xuyakirin ku, ji bû vê bûyerê wê komîtek bête amade kirin daku di vê derbarê de lêkolînê bike. Herweha biryara qedexekirina derketina derve li  li Silêmaniyê hate dayîn. Ro ji demjimêr 19.00 heta sibehê 07.00 şûyîn hatin qedexeye.

Li goradaxuyaniya Parêzerê Silêmaniyê, wê lêkolîn bête kirin ka çewe ev xwepêşandan çêbûye û wê wan kesên li pişt vê û bûyîn sedemê van bûyeran jî nasbikin. Dê tawanbaran radestî dadgehê bîne kirin.

Back to top button