Daxuyaniya hikûmetê li dor xwenîşandana Silêmaniyê
Li gor destûra fermiya pêşwext ji waliyê Silêmaniya hat bû wergiritn, ciyê diyarkiriê xwenîşandanê Berderkî Seray li bajarê Silêmaniyê bû, ji ber hindê jî aliyên emnî yên hikûmeta herêma Kurdistanê tedbîrên emnî yên pêwîst bi tenê li ciyê diyarkiriê xwenîşandanê werdirt bûn, lê belê grûpek ji xwenîşanderên şerût êrîş bo ser baregayê Liqa 4 ya Partiya Demokrata Kurdistanê birin û di encam de çend kuştî û birîndar ji ketin.
Di demekê de hikûmeta herêma Kurdistanê bi dijwarî dilgiraniya xwe li dor wan bûyer û encamên wan diyar dike, daxazê jî ji xelkê serbilindê xelkê Kurdistanê û bi taybetî jî xelkê xweragirê bajarê Silêmaniyê û hemû aliyên siyasî dike ku, bi canê berpirsiyariyê ji bona asayîkirina rewşê hevkariya hikûmetê bikin. Herwesa daxazê ji hemû aliyan dike ku bi hemû îmkanên xwe ji bona ku hindek xelkê şerût û têkder, di bin perdeya xwenîşandan û civînê cemawerî de, ruh, asayîş û aramiya hevwelatiyan neêxin di nav tirsê de û navdengiya kurd û Kurdsitana xweştvî jî lekedar nekin, hewil bidin.
Hikûmeta herêma Kurdistanê dupat dike ku xwenîşandan, azadiya hizrî û civînên cemawerî, di çarçoveyê qanûn û bi awayekî medenî û dûr ji şidetê, mafê rewayê hemû alîyek e. Di heman demê jî de hikûmeta herêma Kurdistanê hemû aliyan dilrehet dike ku ji bo parastina îstîqrara herêma Kurdistanê, li gor qanûnê, hemû saziyên peywendîdar raspardine ku bi dijawrî pêşiyê li hemû têkderan, yên dibine xeter bo ser can û malê hevwelatiyan, bigirin.
Hikûmeta herêma Kurdistanê lêkolînên hûr li ser wan bûyerên îro yên bajarê Silêmaniyê dike û dê kesên şerût û têkderên berpirsên van bûyeran rastî cezayên dijwar bin.
Hikûmeta herêma Kurdistanê
17.02.2011