Ev jî teksta wê ye:

Cemawerê xweştivîyê kurdistanê

Evroj ji alîyê hinek part û rêxistinên naskirî ve xwepêşandanek li nav bajêrê Silêmanîyê çê bû, ku wek çawa di daxwaza rêxistinkarên evê xwepêşandanê de hatibû, gerek bû bi armanca hinek daxwaz û piştevanîkirina guherînên Tûnisê û Misirê baya, belê berê evê xwepêşandanê bi serkêşîya hinek anarşîstan, kevt baregeha liqa çarema PDK de û di nav evan xwepêşanderan de, çekdar jî hebûn û piştî ku kevir havêjtin baregah liqa çar, êrîşî liqa çar jî kirin.

Ji ber ku dam û dezgehên ewledarîyê yên berpirsyar jî rola xwe ya pêwîst nedîtin, ew hêzên pasevanên ewledarîyê yên biçûk ên ku ji bo paraztina liqê hatibûn destnîşankirin, bê çare man û bergirî di ber baregeha liqê de kirin. Di encam de – mixabin – çend êrîşkar hatin hingavtin.

Hêjayî gotinê ye, ku em ji berî çend rojan ve agahdar bûn, ku bizavek bi goman û anarşîstane li parêzgeha Silêmanîyê li dijî PDK dihat kirin. Di nav evan anarşîstan de alîgirên part û rêxistinên naskirî hene û mixabin, ku hêzên asayişê û polîsên nav bajêrê Silêmanîyê, ti bergirî di ber baregeha liqa çarema partîya me de nekirin û dev jê berdan, ku berê xwepêşanderan li angora daxwaza anarşîstan biçe û rêya xwepêşandanê kontrol nekirin.

Herwek xuyaye, ku li angora qanûna rêxistina xwepêşandanê, nabe xwepêşander û rêxistinên dijî dam û dezgehên fermî û partayetî bizavan bikin û dijwarîyê bi kar bihînin, belê ewa evroj li Silêmanîyê li dijî baregeha liqa çarema partîya me çê bû, vajîyî evê qanûna han bûye.

Em wek Partîya Demokrata Kurdistanê daxwazê ji dam û dezgehên fermîyên Silêmanîyê dikin, ku ewledarîyê biparêzin û bi erkên xwe rabin. Herweha, em daxwazê ji alîyên siyasî û cemawerê xweştivîyê nav bajêrê Silêmanîyê dikin, ku erkên xwe yên niştimanî yên ji bo paraztina hêminîyê û selametîya dam û dezgehên siyasî û hukûmî bi cih bihînin û nehêlin, ku anarşîst û kesên gomanbar planên xwe yên dijî berjewedîya welatê me bi cih bihînin, çimku di dawî de ziyan digihêje ser û samanên hevwelatîyan û dam û dezgehên wan.

Cemawerê xweştivîyê xelkê kurdistanê; paraztina ewledarî û destkevtên neteweyî û demokratîkên me, erkê hemû çîn, tivêj, part û rêxistinên cuda ye û em çaverê ne, ku cemawer bi erkê xwe rabe û baregehên hemû alîyên siyasî, pêkhatên cuda û dezgehên hukûmî biparêze û rê nede ku anarşizim belav bibe.

Em wek PDK daxwazê ji hukûmeta herêma kurdistanê dikin, ku komîteyeka lêkolînan pêk bihîne û bi zûtirîn dem, encamên karê xwe bixe ber çavê xelkê kurdistanê de û fitnekarên bûyera nav bajêrê Silêmanîyê, aşkira bike û wan li ber qanûnê bidane.

Herweha, em pîkolan dikin û hemû şiyanên (karînên) xwe bi kar dihînin, da ku em rewşê kontrol bikin, destkevtan biparêzin û yekrêzîya millet jî biparêzin.

       
 
 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: