Polîtîk

Serok Barzanî: Aramiya Kurdistanê biparêzin

Daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê di derbarê bûyerên li bajarê Silimaniyê

       
17/02/2011

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Wiha diyare îro pênçşem 17/02/2011 êrîş kirine li ser baregeha leqa (4) ê Partiya Demokrata Kurdistanê li bajarê Silêmanî û li encamê da kuştî û birîndarî lê ketiye.

Bêguman ewê ku rûn û eşkereye dijminên gelê Kurdistanê li ser pêkanîna fitne û fesadiyan de berdewamin, lê belê xelkê Kurdistanê hişyar û bi agahdarin û hemû plan û nexşeya qirêja nehezan pûç dikîn û bi navê parastina ezmûn û destkeftên Herêma Kurdistanê rû bi rûyê hemû aşûb û êrîşek dibin.

Daxwaz ji hemû aliyek dikîn aramî têkilî li gel rûdawê bikin û aramiya Kurdistanê biparêzin û daxwaz ji Hikûmeta Herêmê jî dikim bi zûtirîn dem‌ ji bo bi duvdaçûna rûdawê û dîtina tawanbaran û ewên li pişt pêkanîna vê fîtneyê bûn lîjneyeke lêkolînê pêkbîne, bo ku bi zûtirîn dem tawanbaran bidin dadgehê û bigihin sizayên adîlaneya xwe.

Her wiha daxwaz ji gelê Kurdistan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku bi erkê li ser şanê xwe rabin û hêzê ewlehiyan jî kontroleke tevahiya pêvajoyê bikin û baregeha sercem hizb û hêz û aliyan û dam û dezgehên Hikûmetê biparêzin. Ji ber ku bi tu awayek rê nadîn fewza û fîtne li Kurdistanê serî hilbide û ewlehî û asayîşa Herêmê û jiyan û guzeraniya hemwelatiyên Kurdistanê bikevê metirsiyê de.

Li dawiyê de dibêjim ku tebayî û yekrêziya gelê Kurdistanê demên pêkanîna destkeftên mezin bûn, ji bo wê yekê îro erkê me hemûyane vê yekrêziyê biparêzîn, her wiha radigînîm ku eger bixwazin zerer bi rewşa aramiya Kurdistanê û berjewendiyên gelê Kurdistanê bigihînin bi tundî jî rûbirûyê her êrîşek dibîn.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

17/02/2011

Back to top button