Li Stenbolê standa Kurdistan hate vekirin -VÎDYO-
Li bajarê Tirkiye Stenbolê û di qada Ayasofiayê de li ser Fuara Turîzm û Mîrata Çanda Îranê standa Kurdistan hate vekirin.
Konsolxaneya Komarê Îslamî ya Stenbolê ji ber danasîna hûnerên destî û çanda Îranê li Qada Sultan Ahmedê standek vekir. Standê ku ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye vekirin bala gelek kesan kişand ji ber ku dinava standê de standek li ser navê ‘’Kurdistan’’ jî hebû
Ji ber fuarê li Qada Ayasofyayê konek mezin hate vekirin. Di vekirina fuarê de Alîkarê Serok Komarê Îranê Hamîd Bakaî, Konsolê Îranê yê bajarê Stenbolê Mehmudê Heyderî, Gerînendeyê Turizma bajarê Stenbolê Ahmed Emre Bilgili û gelek mêvan beşdar bûn.
Di fuarê de berhemên ji gelek deverên Îranê hatin pêşkeşkirin lê standa bi navê ‘Kurdistan’ bala her kesê kişand. Xebatkarên li ber standê bi cilûbergên xwe yên gelerî ji bo mêvanan li ser herêmen xwe agahiyên cûr be cûr dan. Di dawiyê fuarê de govendên Kurdî hate lihîstin.