Li Êlihê teqîn: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Êlihê di qada tesîsên petrolê de teqînek pêk hat.

Li navçeya Êlih (Batman) Hezoye di tesîsên hilberinî TPAO’yê de ji ber tengbûna gazê teqînek pêk hat û di encama teqînê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahiyên ku hate bidestxistin di qada Petrola Şelmoyê de teqînek bixurt pêk hat. Hate ragihandin ku 3 xebatkarên tesîsê jiyana xwe ji dest dan û şewatê ku derket ji aliyê endamên agirkujên TPAO, Gerînendeyê TÜPRAŞ a Herêma Batmanê û Şaredariyên Êlih û Hezoyê ve hewla vemirandina şewatê dikin.

Di tesîsan de li hemberê teqînên nû xebatên berfireh dan destpêkirin û gelek ambulans jî ji cihê bûyerê re hatin sewk kirin.

Di vê navberê de Parêzgarê Êlihê Ahmet Turhan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û tirsa me ew e ku hejmarê miriyan zêde bibe.

Nerîna min :