CivakRojev

Fermandarê HSDê êrîşa li Efrînê şermezar kir

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ragihand; nûçeyên ku tê gotin hêzên wan navenda bajarê Efrînê topbaran kirine, ne rast in û êrîş şermezar kir.

Mezlûm Ebdî li ser tora xwe ya civakî twitterê derbarê êrîşa li Efrînê daxuyanî da û red kir ku hêzên wan êrîşa li dijî Nexweşxaneya Şîfa ya Efrînê pêk anîbin.

Fermandarê Giştî yê HSD dibêje: “Em ji ber canjidestana kesên bêguneh gelek xemgîn in. Em vê êrîşê şermezar dikin. Armanckirina nexweşxaneyan binpêkirina hiqûqa navnetweyî ye.”

Çend top duh şemiyê li navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ketin. Parêzgariya Hatayê ragihandibû di encama wê êrîşê de 18 kesan canê xwe ji dest dan û 42 kesên din jî birîndar bûn.

Back to top button