Nivîsar

Almanya rê neda aligirên PKKê bêne herêma Kurdistanê!

Serokê Fraksiyona  Partiya Çep a li Parlamentoya Herêma Hambûrgê ya Almanyayê Cansu Ozdemir û şanda ligel, xwestin ji Balafirxaneya Dusseldorfê werin Hewlêr. Lê polisên Almanya rê neda wan. Ew kesên dixwestin werin Hewlêr , armanca wan ew bû ku, hinek çalakiyan li Hewlêr bikin û aramiya Kurdistanê têk bidin. Yanî tişta ku çekdarên PKKê li çiyayê başûrê Kurdistanê dikin vê şandê dixwest li Hewlêr bike.

Şeradarê Surê yê berê Abdulah Demirbaş jî di nava vê şandê de bû. Ew îdia dikin ku dixwazin ji bo aşitiyê pêkbînin werin Kurdistanê. Demirbaş dibêje:Armanca me ev e ku nakokî kûr nebe û em dixwazin hin hevdîtinan bikin. Hêzên ku çûna me asteng dikin, dixwazin ku Kurd di sedsala 21an de bêstatu bimînin û careke din axa Kurdistanê were dagirkirin.”

Lê rastî ne ev e. Ji berî niha çend rojekî wezereta navxwe ya Kurdistanê daxûyaniyek belav kir. Wezereta navxwe ya Kurdistanê vekirî da xûyakirin ku, hinek aligirên PKKê hewldidin ji Ewropa werin herêma Kurdistanê û xwepêşandana li dar bêxin. Lê wezaretê di heman demî de da xûyakirin ku, Hewlêr xeta sor e.

Serokê Fraksiyona  Partiya Çep a li Parlamentoya Herêma Hambûrgê ya Almanyayê Cansu Ozdemir dibêje: Ev jî îspata berçav e ku hikumeta Almanyayê naxwaze li Kurdistanê aştî pêk were. Dixwaze şer girantir bibe û zirar negihêje bazirganiya wan a çekan a bi Tirkiyê re.

Niha bila kesek xwe nexapîne Cansu Ozdemir, pişgirek aktîf yê PKKê ye û ew bi xwe partiya Çep a almanya de jî her propagandeya PKKê dike û heta carekî ji bo di hesabê xwe yê Twîtterê de Ala PKKê belav kirîbû ji aliyê hukumeta Almanya ve hati bû cezakirin û cezayê 4.500 Ewro jêre birîbûn. Yanî Cansu çalakvaneka PKKê ye û li Almanya partiya Çep de kar dike.

Cansu Ozdemir

Hatina vê şandê bi plandana PKKê ye û armanca wan têkdana aramiya Kurdistanê ye. Ne ku ew dixwazin aşitî çêbibe. Ji aliyek din ve Abdullah Demirbaş ev e demeke li Almanyaye û ew bi xwe gelek cihan de gazinda ji PKKê dike. Lê dixweyê nekariye bi îrada xwe ya azad bi kar bîne û ew jî mecbur kirine di vê şandê de cih bigre. Demirbaş endam û çalakvanê PKKê ye.

Niha hukumeta Almanya nehişt ev kes serdana Kurdistanê bikin. Eger ev bihatan Hewlêr û dest karên ne yasayî bikiran û ji aliyê hukumetê ve bihatan girtin, dê PKK ji bo porpagandeya dijê herêma Kurdistanê dinya xira bikira.

Lê ji aliyek din di rastiya xwe de, medya başûr jî di van nûçeyan de rolek xirab dileyze û heta radeyekî dibe wesiteya propaganda PKKê bi xwe.

Daxûyaniya Demirbaş û Cansu ne ji daxûyaniyên PKKê cudane. Ew heman propagandeyê dikin û dezenfarmasyona belav dikin. Divê di serî de PKK û herkesek din tê bigihe ku, Dezgehên Hukumeta Kurdistanê bi hemû imkanên xwe ji bo parastina aramiya xelkê û Kurdistanê berpirsiyarin.

Ji berî hinek diyalog bêne kirin , gerek her aliyek rêzê li serweriya Kurdistanê bigre û li gora yasayên Kurdistanê tevbigerin. PKK bi hemû dam û dezgehen xwe êrîşê Kurdistanê dike. Eger mirov şerê hineka bike , pêşmergeya şehid bike û di medya xwe de hinek aliyan bi xiyanetê itham bike behsa diyaloga çi û çewe dike? Armanca PKKê ne diyalog yan jî aşitiye , armanca wan têkdana destkeftiyên netewî li başûrê Kurdistanê ye. Yên wek Cansu û Derbaş jî piyonê vê leyiztaka qirêjin.

13.06.2021

Nûçe/analiz

Back to top button