PolîtîkRojev

Divê lêkolîn derbrê topbarankirina Efrînê bê kirin

Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaz kir ku lêkolîn derbarê êrîşa li dijî navenda Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê de bê kirin.

ENKSê daxuyaniyek derbarê topbarankirina bajarê Efrînê belav kir û daxwaz kir ku lêkolîn derbarê vê êrîşê bê kirin.

Di daxuyaniyê de, Emîndariya Giştî ya ENKS topbarankirina bajarê Efrînê, roja şemiyê, wekî êrîşeke terorîst a tirsonek wesif dike û daxwaza lêkolînê derbarê wê dike.

Emîndariya Giştî ya ENKS daxwazê li dewletên pêwendîdar dike ku lêkolînê derbarê vê êrîşê bikin da ku encamderên wê bên naskirin.

ENKS her weha ji welatên pêwendîdar û civaka navdewletî daxwaz dike ku çareseriyeke siyasî ya bilez bibînin da ku êş û azarên Sûriyan bi dawî bên û sînorek ji van kiryararan re bê danîn.

Li navenda Efrînê duh Şemiyê 12ê Hezîrana 2021ê hejmareke roket ketibûn û di encamê de 18 kesan canê xwe ji dest dabûn û 42 kesên din jî birîndar bibûn.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê êrişa li dijî navenda Efrînê de ragihand ku nûçeyên dibêjin, HSDê ew bajar mûşekbaran kiriye, dûre rastiyê ne û ti hêzên HSDê li wan navçeyan nîne.

erpirsê Navenda Ragihandina HSDê Ferhad Şamî wiha got: “Hinek dezgehên ragihandinê nûçeyên dûrî rastiyê ên derbarê toparana li ser navenda bajarê Efrînê de belav dikin û wisa nîşan didin ku hêzên me ev topbaran kiriye. Em careke din teqez dikin ku hebûna hêzên me li wê heremê tuneye û tu têkeliyê me bi vê topbaranê tuneye.

Em bang li hemû dezgehên ragihandinê dikin ku di belavkirina nûçeyên ne rast ên derbarê hêzên me de baldar bin.”

Ji aliyê xwe ve Fermandarfê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê êrişê de daxuyanî da û red kir ku şervanên wan navenda bajarê Efrînê kiribin armanc.

Mazlûm Kobanî ew êrîş şermezar kir û got, êrîşkirina ser nexweşxaneyan binpêkirina yasayên navdewletî ye.

Navenda Himêmîm a Asmanî li Sûriyê ku Hêzên Rûsî têde ne red kir ku hêzên hikûmeta Sûriyê bajarê Efrînê kiribe armanc.

Back to top button