
Di hinek dezgehên medyayê de nûçeyek hateweşandin û îdia dikiran ku, dê Ocalan navê DEMê biguherê navê wê bika ”Partiya Demokraik a Tirkye”
Piştî vê nûçeyê DEMê daxûyaniyek da û got: Hin dezgehên medyayê nûçe weşandin û îdia dikin ku partiya me dê navê xwe biguhere, ku partiyên me yên pêkhatî û hevserokên me dê biguherin. Di nav dezgehên rayedar ên partiyê de derbarê van raporan de ti nirxandin an nîqaşek nehatiye kirin.”
DEMê daxûyaniyek bê wate belvkiriye. Ji ber ku ew jî dizanin ku, ev biryar ne di detê wan de ye.
FERMAN JI BILIND TÊ. Dezgehên destûrdar ên partiya we li ser van mijaran biryar nadin; “îradeya Öcalan” biryar dide. ”Ez ê DEMê bibim kongreyeke nû. Ez ê wê di çarçoveya partiyeke komara demokratîk de organîze bikim.” Abdullah Öcalan ev yek di civîna xwe ya Îmraliyê de di 30ê Gulana 2025an de got.
Di encamê de, berpirsên DEMê yên ku îro van daxûyaniyan didin, dê bi xwe DEMê hilweşînin û fermana Ocalan bi cih bînin.


