Polîtîk

Feleknas Uca tê dersînor kirin

Parlementera berê a Parlemena Ewrupa (PE) Feleknas Uca, ji Almanya hatibû Tirkiyê û li Stenbolê li balefirgeha Ataturk, bi hinceta 248 qutu 

wîtamîna B1 bi xwe re aniye û qeyda wan nekiriye, ji aliyê hêzên ewlehiya dewleta Tirkiyê ve hatibû binçavkirin. Tê zanîn Feleknas Uca, wîtamînên B1 ji bo çalakgerên di greva birçîbûnê de ne anîbûn. 

Piştî li balefirgehê binçavkirinê, Feleknas Uca biribûn Gerînîndetiya Ewlehiyê a Stenbolê, ku li navçeya Fatihê ye û li Şaxa Têkoşîna Dijterorê (TEM) îfadeya Uca girtibûn. Uca, di îfadeya xwe de diyar kiriye ku wê, ev 248 qutuyên wîtamîna B1 ji bo çalakgerên di greva birçîbûnê de ne anîne. 

Dewletê dest daye ser 248 qutu wîtamînen B1 yên ku bona girtiyên di grevên birçîbûnê de ne hatibûn. 

Hatiye ragihandin ku Feleknas Uca sewqa Şaxa Biyaniyan kirine û wê îro were  dersînor kirin.    

Back to top button