Nivîsar

Ezmûnê têk çûyî

Bêgoman xewna her kurdekiye ku hikûmetek yan herêmek û ji xwe ku kurdistan rizgarbebe ya herê baş û xewna dawiye ji me teva re. Lê gelo ma destnîşan kirina hikûmetekî kurdî şert û merc jêre navin û ew şet û merc hene..?

1-Bawer dikim mercê yekim ewe ku ew deverek rêzgarkirî hebe ta ku hikûmet li ser avabebe? Lê ez bawerim îro kurdistana Sûrî hîn di bin destê rêjîma baas deye.

2- bawerim partiyek bi tena serê xwe wê nikaribe hikûmetekî destnîşan bike û heger ku bi tena xwe bikejî wê şaş be.

3- pirojeya wê hikûmetê beriya demakî daketibe giftûgoyê di nav miletde.

4- bi şêwra hemî partî û komelên sivîl û kesên pespor yê ser bixwe û nexwasim kesên cixrafî û pesporê yasayê ev piroje baş giftûgo bibe û referendum li ser çêbibe da ku ew milet lê bi xwedî.

5- ez bawerim di rewşek wek rewşa îro kurd têde pirojeyek wisa destnîşan bibe ji dêvla ku kurda bike yek wê wan ji hev bixe û ev nakukiya heyî wê kurtir û zortir bibe.

Lê mixabin tiştê ku îro têkirin bi dest û hişê yek partiyê ye û ew partî bi xwe ji salê nota û bi şûnde di sê ezmûnê têk çûyî re der basbûye lê sûda wan ezmûnê xwe yê têk çûyî nekiriye? Û çima ji ezmûne xwe sûdê nake?

1-Di salên notande pkk li bakurî kurdistanê hikûmeta cengê destnîşankir di dema ku bakurî kurdistanê ew ciyê ku wan hikûmeta xwe lê destnîşan kiribin di bin destê Conta Tirknade bû û wek agirê ku bigre pûş kurdistan dihate şewtandin û tiştek bi ser nexstin û hikûmeta waya cengê têk çû?.

2- piştî têkçûna hikûmeta cengê hikûmeta Botan û Behdînan destnîşankirin cardî Botan di bin destê conta Tirkde bû û Behdînan jî di bin destê desthilatdariya hardû partiyê kurdî de bû(kak Mesud û Mam Celal) ew hikûmet jî têk çû ji ber wek xaniyê ku mirov li ser qûmê ava bike herifîn.

3- piştî çêkirin û têk çûna herdû hikûmta berê xwedan Ewropa û Perlemanek li wir destnîşan kirin û ew jî têk çû û ew perleman bû kongir lê ez nizanim wê siberojê bibe çi..?
Mixabin piştî van hersê ezmûnê têkçûyî pyd îro li rojavayî kurdistanê di xwaze di eynî ezmûnê re derbasbe çima? Em tev di zanin ku rojavayî kurdistan ne hatiye rêzgarkirin wek ku ew dibêjin û ta vê gavê hîn hemî dezgihê rêjîmê di paytexta ku wê hikûmet lê werê destnîşan kirin serdestin.Gelo ma ev partî ji ezmûnê xwe yên têkçûyî sûdê nake!?

Di baweriya min de heger ku em xweşik destnîşan kirina vê hikûmekê bi xwînin û sûde û zirara wê li pêşberî hev deyîn in wê çi bi mere derkevê.
Raste gerek tiştek hebe ku ew karûbarê kurda bi rêk û pêk bike. Eniye kongire komîte meclise çi dibe bila bibe lê hin kes hebin ew li ber dist û dijmin berpirs û nûnerê kurdabin lê ez bawerim ku navê hikûmetê şaşe.

1-    Destnîşankirine vê hikûmetê tiştî ku ji milet mayî wê ji hev bixe ji ber ku piraniya milet ne bi gavek wisare ye û ji ber ku şêwra wî nehatiye sitandin û wê xwe nabînê ku ew xwediyê pirojekî wisa ye û tu berjewendiyê wî di vê gavê de nîn in.

2-    Di baweriya min de ev gav wê deriyê dûjehê ji mere veke Ji ber çi?

3-    Rêjîm ta vê gavê bi ser ket wek rêjîmek Ilmanî li beram berî şepêlê misilman û ji lewma jî ta niha Durzî û xeristan û beşek baş ji kurda û ta astekî hin ji Ilmaniyê Ereb jî bi rengekî ji renga heger ku em nebêjin li aliyê xwe sekinandin lê bi kêmasî nehişt ku ew bi qasî sina xwe li bayê şoreşê berdin.ji ber ku rêjîm ji destpêka şoreşê ve li ser vê xetê xebitî û bi seda misilman ji zindanê xwe berdan û şoreş kire şorşek Islamî û ta astekî jî ew bangên xwe yên piropogenda Irûbî di parêzê. Ji lewma ez dibêjimdema ku îro kurd hikûmetkî di vê çarçoveyê de destnîşanbikin wê bêjê min ji were di got ku kurd dixwazin parçekî ji welêt bikin lê kesî ji min yeqîn nedikir de ji xwere binêrin.

4-    Raste ku deziyek di navbera rêjîmê û pyd de heye û her yek di xwazê li gor alav û zîrekiya xwe sûdê ji yê dîbike lê ez bawrnakim ku pyd di karê bi van kiriyaran û bi van pirojeyan sûdê ji rêjîmê bike bihtir ji rêjîmê..

Luqman Silêman
[email protected]

 

Back to top button