Polîtîk

Tirkiye dê petrola Herêma Kurdistanê bifroşe

Wezîrê Uze û Enerjiya Tirkiye Taner Yildiz da zanîn ku Tirkiye amadeye alîkariyê ji bo şandina petrola Kurdistanê ya bazarên cîhanê bike.

Yildiz li hevpeyvîneke televizyonî de got: Petrola Herêma Kurdistanê niha tê berhevkirin û her dema kogeh û ambarên bendera Ceyhan pir bûn, Tirkiye neçare ji bo firoştinê bişîne bazarên cîhanê. Aliyê Iraqî jî hatiye agahdarkirin ku Tirkiye neçar dimîne petrola Kurdistanê bifroşe.

Li dawiya sala bihûrî Herêma Kurdistanê, dest bi şandina petrolê ya Tirkiye bi rêya hêla Kurdistanê – Tirkiye kir û heta niha milyonek û sê sed û pêncî hezar bermîl gihîştiye ambarên bendera Ceyhan. Li van ambaran jî, şiyan hene tenê du milyon û pênç sed hezar bermîlan wergirin.

 

Back to top button