Ez Tirkim rastim lê nijadperestim
Li Tirkiye nijadperestî bi birayara dadgehê hate pejirandin. Wek tê zanîn li Tirkiye di dibistanan de her roj zarok ji berî dest xwendina xwe ya rojane bikin sond dixwin û ji nû ve dest xwendinê dikin. Ev sond bi weha destpêdike, “ Ez Tirkim, Rastim û Jîrim“ herweha ev son bi weha jî dawî tê, “ Bila heyîna min qurbana heyîna Tirk bibe“
Ji berî demekî komeleya bi nave Mazlumder, ji bo îptal kirina vê sondê serî li dadgehê da. Mazlumder di serlêdana xwe de dabû xuyakirin ku ev son sondek nijadperest û dive di dibistanan de hêdî newê xwendin û rabe.
Dadgehê wek daxwaza Mazlumderê biryar neda û ew doz çû li ber destê dadgeha temîzê ya bilind. Lê wê derê jî biryar hate dayîn ku, ev sond ne li dijê destûrê ye û li gora mafê mirovan û li gora peymanên cîhanî yên di derbarê mafên mirovan û yên li dijî nijadperestiyê jê tu pêwendiya vê sonde tuneye û xwendina vê sondê dive berdewam be.