Îroj

24'ê Avrêl

24’ê Avrêl

Di sala 1915’an û di rojekî wekê îroyê de xelkê Ermenî li Tirkiye û li Kurdistanê hatin jenosîdkirin.

Komkujiya Ermeniyan

Komkujiya Ermeniyan di destpêka sedsala 20’an, di dema Şerê cîhanî yê yekemîn (1914–1918) û tevgera azadiya ermeniyan di nav sînorên Împeratoriya Osmanî de pêk hat. Di wê komkujiyê de li gor agahiyên cûda di navbera 300.000 û 1,5 milyon ermenî hatin qetil kirin. Di herdû dehsalên beriya vê komkujiyê de bi dehhezaran ermenî hatin kujtin.

Dîrok

Dema şerê dewleta Osmanî û Ûris di sala 1876’an de Ebdulhemîd ê II bû Sultan. Wê demê dewleta Osmanî îdî bi nexweşîya mirinê Ketibû. Serhildana Mîr Bedirxanan di salên 1821-1847’an de, dagirkirina Îraqê ji alîyê Îngilîzan ve, şerê Ûris û çeteyên Ermeniyan û bi serhildana Şêx Ubeydulahê Nehrî ve dewleta Osmanî ketibû rewşek xirab. Si Hele basdi ermonu.

Dewleta Ûris bi her awayî piştgirîya Ermeniyan dikir û Ermenî li dijî dewleta Osmanî sordikirin. Di şerên navbera dewleta Osmanî û Ûris ya di salên 1877-1878’an de, Ermenîyan bi dewleta Ûris re şerê Osmanîya dike.
Martin Van Bruinessen waha dibêje; Yekîtîya Miletan ji bona rê li tevlihevîya Rojhilata Navîn karibin bigirin, di sala 1878an de di Kongira Berlînê de hatin ba hev. Dewleta Îngilîz jî wek Ûris piştgirîya Ermenîyan digire. Di wê demê çeteyên Ermenîyan li Kurdistan û Stenbolê dest bi qetlîamê kiribûn.

Girêdana Kurdan jî bi dewleta Osmanî re di gumanandabû. Piştî şerê Ûris û Osmanîyan, bona damezirandina dewleteka Kurdî, Serhiladan Şêx Ubeydullahê Nehrî di saala 1988an di dest pêkir. Ji ber van sedemana dewleta Osmanî bi zorûduberan xwe li ser pîyan digirt.

Piştî şikestina şoreşa Ubeydullahê Nehrî, dewleta Osmanî ji bona Ku rê li tevgera kurd bigire û carek din Kurd negihên hêzeka sîyasî, Alayên Hemîdîya-Hamidye Alaylari avakirin. yek ji armancên van Alayên Hemîdîye ewbû ku dewleta Osmanî karib Kurdan di şerê de li dijî Ûris bikarbîne.

Ev tevlihevî hana hatanî salên 1908-1909’an dewamdike û bi derketina Jön-Turka îdî sulatanê Osmanî bê deshiladar dimîne û desthiladarî dikeve destê Komîte Itihad ve terqaî. Ûris di wê emê de, gelekî erdê dewleta Osmanî dagirdike û dewleta Osmanî ditirse ku şerek nû di navebera wan Û Ûris de derkeve.

Qirkirina Ermaniyan

Dewleta Osmanî di Gulana sala 1915an de fermana nefîya Ermenîyan derdixîne. Dewleta Osmanî dibêje, biryara nefîya Ermenîyan ewbûye ku wê Ermenî di şerê navbera Osmanî û Ûrisan de derkeve, piştgirîya dewleta Ûris bike. Ermanî ber bi Îraq û Suriyê koçberdibin û hinek ji karwanên Ermenîya xwe ji qirkirinê xilasdikin û hinek ji wan di rê de ji alîyê cendirmê Tirk û Alayên Hemîdîye ve tên kuştin. Ermenî di bin kontirola Ûris de li wanê dewleteka Ermenî avadike, lê umrê vê dewletê pir nakişîne, bi teqwîyekirina eskerên Osmanî, qirkirana herî mezin li Wanê pêk tê. ( Dem: Hezîrana sala 1915an)

Di sala 1916an de dewleta Ûrisi dikeve erdê deleta Osmanî û herema serhedê dagirdike û sala macirîyê dest pêdike. Ermenî bi Ûrisan re bi sedhezaran miltê Kurd û Tirk qirdikin û tola xwe hildidin. Di wê salê de eskerên Ûris Erzincan hatanû Muş û Bîgolê digire û bi milyonana miletê Kurd ji tirsa qirkirinê ber bi alîyê başûr ve koçberdibin.

Pîrika min yanî Diya bavê min ji me re behsa sala macirîyê dikir û di wê demê de bûkbûye, digot: eskerên Ûris em hemî li nava gund komkirin û paşê jin û mêr û zarok jihevdû qetandin ku her gurubek bixin xanîyekî û bişewutîne. Di nava eskerên Ûris de Ermenî hebûn bi Kurd dizanîbun ew Ermenîyana ji ber qetlîmê revîyabûn û paşê bi eskerên Ûris ve para hatibûn. Paşê me dît qefelkî eskerên din hatin yekê navsal navê wî Xapo bû û xelkê gundî Dadîna girêdayê Qezaya Gimgim (Varto) yê bû û Xapo xelkê gundê me nasdikir û wî nehîşt ku eskerê Ûris me bişewutîne. Piştî esker ji gund derketin, me bişev gud li cî hişt û em berbi başûr birêketin û piştî pênc salan em vegerîyan gundê xwe.

Li Gorî Martin Van Bruinessen, dewletên Ûris û îngilîz li hev kiribûn ku heryek ji alîyekî de êrişî Osmanîyan bike ku ji hola rakin. Îngilîz di kavin Îraqê û Ûris ji ji hêlê xwe de herema serhedê dagirdike, lê pîlanên wan lê nayên û bi înqilaba bolşevîkan ve dewleta Ûris ji heremên ku dagirkiribû şûnde dikşe û silehên xwe jî didin Ermenîyan.

Ji Ermenîyan hinekên wan bi eskerên Ûris ve paşvedikişin û hinek ji Ermenîyan jî li Antolayayê belv dibin û dest bi qetlîamê dikin û tola xwe hildidin. Dewleta Osmanî ji salên 1918an hetanî 1920/21ê carekî din dest bi qirkirina Ermenîyan dike. En tên kuştin ji xwe tên kuştin yên mayîn jî xwe disipêrin Komara Başûrê Qafqasyayê. Ev Komar ji alîyê Ermenî, Azerî û Gurcîna ve hatibû avakirin, navê wê jî; ” Komara Başûrê Qafqasyayê bû”

 Îro

Bajar, navçe, bajerok, gund û mezrayên ermenî lê dijîyan, vegerandin gola xwînê. Ev komkujî, wekî komkujîya yekemîn a sed-sala 20’mîn di rûpelên dîrokê de cih digirt.

Li ser komkujiya bi mirina bi sedhezaran kesan re, 90 sal derbas bû, lê, hê jî rêveberiya Tirkiyê, komkujiyê înkar dike.

Armanca û hedefa sultanê sor Abdullahamîd ji sazkirina alayiyen hemîdiyê ew bû ku dijminahiyê têxe nava gelê Kurd û Ermeniyan, wan bi hev bide birrîn, Kurdistan û Erministanê têxe Tirk. Vê pîlana xayîn û pîs, di navbera sala 1915 – 1919 an de di binê perdeya dîn da, anî cih. Nêzîkî du milyon û nîv Ermeni (zar û zêc mêr u jin pî u kal) bi hovîtîkî gelek mezin hatin kustin. Mal û serwetên wan hatin talan kirin. Zanî û eraziyên wan jî, li kesên din hatin belav kirin, bi hazaran Ermenî reviyan derveyî welat (Iran û Sûriye ü Urdunê).

Tirkan bi vi rengî hovîtiyek pir mezin di dîrokê de nivîsandin. li aliyên din jî, ji gelê Kurd re wiha digotin “Rûsdê werin wê zar û zêçên we bikujin” ew bi vî seklî ditirsandin û dixapandin. Li ser vê derewa wan bi sed hezaran gelê Kurd di sirr û serma û berfa zivistanê de bi çola ketin û perîsan bûn. Bi vê pîlanê, valakirina Kurdistanê û qirkirina gelê Kurd bi cih anîn. Eger Kurdistan wê rojê di binê istila Rûsa de bima îro wê weke komarên Qafqas yên dinê gihîstibûya azadiye xwe. Ev zilm û zordestiya Tirka dom nedikir.

 

Back to top button