Bernameyê çaksaziyên serok Barzanî kete di warê praktîkê
Fuad Hisên ragihand ku bi fermana birêz serokê herêma Kurdistanê heta du heyvan terxankirina zevî ji bo projeyên berhemanînê radiweste û lîjneyeke taybetî jî bi mebesta danîna mekanîzmekî minasib ji bo rêkxistin û terxankirina zevî ji bo projeyan destbikar dibe. Her wiha Hisên got ku biryarek sebaret bicîhkirina vê fermanê pêşkêşî serokayetiya civata wezîran hatiye kirin.
Serokê dîwana serokayetiya herêma Kurdistanê îro yekşemmiyê 24.04.2011ê di daxûyaniyeke taybet da ji bo malpera serokayetiya herêma Kurdistanê eşkere kir ku li ser fermana birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û bi mebesta zêdetir rêkxistina sîstema terxankirina zevî û pêdana muhlet bo projeyan, serokayetiya herêma Kurdistanê biryarekî daye.
Fuad Hisên balkişand li ser naveroka biryarêa û got ku heta du heyvan terxankirina hemû cûre zeviyek ji bo sercem projeyan û li sercem wezaret û dezgehên li seranserê herêma Kurdistanê bi projeyên desteya veberhênanê ve jî tê rawestan, ji bilî hin projeyên çandin û pîşesazî û ew projeyên geştiyariyên ku rewşeke navdewletî xwe heye.
Her wiha Hisên eve jî xisterû ku pêdana muhleta veberhênanê li van deman de dihête ragirtin û kiryarên yasayî jî li beramber wan kesan dihête wergirtin ku bi bêyî muhlet dest bi dirustkirina nîştecîhbûnê dikin û difroşin hemwelatiyan.
Li dawiya daxûyaniya xwe de serokê dîwanê got ku serokayetiya herêma Kurdistanê serpereştiya wê lîjneya taybet dike ku ji nûnerên serokayetiya civata wezîran, wezaret, sazî û aliyên pêwendîdar dihête pêkanîn.