Kultur

Dîmenên jiyan û mirinê: Enfal

Filmê derhinêrê Kurd Mano Xelil “Dîmenên jiyan û mirinê-Enfal” di festîvala Filman li Dubai a li Emîrata Erebi, ku ji 14 heta 20 meha Nîsanê li dar ket xelata Jury a taybet stand.

Derhinêrê Kurd Mano Xelîl şeva 20 meha Nîsanê li Dubaî xelat ji destê berêz Muhamad Almur berpirsiyarê Kultur û hunerê li bajarê Dubai stand.

Film “Dîmenên jiyan û mirinê-Enfal”  hat laiyqî xelatê ji ber ku ne tenê çîrokên trajîdîa kurdan bi rengekî rastî tîne ziman, lê li ser îdîolojiya Partiya Baasa erebî desekine, metod û praktîkên wê di komkujiya kurdan de, ku bi rengekî fermî hatibu danîn tîne ber çavan.

Ev film bi gelek dokument û belgenamên rejîma Baas a Saddam şanî dide, ku kuştin û tunebunkirina miletê kurd bi rengekî fermî-îdîolojî hatibu danîn.

http://www.gulffilmfest.com/index.php/ar/movie_details/al-anfal-fragments-of-life-and-death/10160/2011

Back to top button