Barzanî: Mesîhî digel pêkhatên Kurdistanê bi biratî jiyan e
Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê, bi minasebeta cejna Qiyameya hezretê Mesih, peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî mesîhîyên Kurdistanê û Îraqê kir.
Serok Barzanî di peyma xwe de pîrozbahiyê li hemû mesîhîyên Kurdistan, Îraq û cîhanê dike û dibêje:
– Mesîhîyên Kurdistanê di berê de digel pêkhatên oliyên cudayên Kurdistanê hertim bi biratî, yekrêz û bi xweşewîstî pêkve jiyan e û beşdarî di xweşî, nexweşî û qorbanîdana ji bona bidesteveanîna azadî û jiyaneke bxtewer kiriye.
– Îro jî ku mesîhî cejna xwe bi aramî û xweşî pîroz dikin, berhema renc û xebata wê pêkvejiyan û kultura hevbeş ku li ser esasê bawerî bi lêbihorînê hatiye avakirin e.
Serokê Kurdistanê di peyama xwe de dixaze ku cejna mesîhîyan bi xêr û xweşî derbas bibe û Kurdistan jî bi yekrêziya hemû pêkhatên xwe ku, masîhî eliyekî giringê wê pêkehateyê ne, di warê avadankiirn û binyatdananê de bikeve di qonaxeke nû de.