Nivîsar

Nexşerêya çareserkirina krîza îro ya Kurdistanê

Qrîza  îro ya Kurdistanê çewa çareser dibe?

Nexşerêya çareserkirina krîza îro ya Kurdistanê.

Taha Barwary

Îro pirsgirêka sereke ya di navbera desthilat û opozisyonê de ji aliyekî û di navbera hijmareke ber bi cav ya hevwelatiyan, gêncan û desthilataê de ji alieyk din ve, kiziya baweriyê ye.

Eger em sîstema LFA ku, sîstemeke zengîne ji bo amadekirina pilanan tê bikaranîn, bo pirsgirêkên Kurdistanê bikar bînin, hîngê em dikarin li ser esasê dara piroblema û dara destkeftan, li ser paşxan û rewşa partayetiyê, siyasî, civakî, mêdyayî, rêxistinî, burokrasî, hukumetdarî û parlamentoyî bi vî awayê li jêr  agadar bin.

Weke me li destpêkê jî got pirsgirêka sereke li Kurdistanê krîza baweriyê ye. Vê bêbaweriyê aqarekî berfireh vegirtiye ku em dê di demek din û nivîseke din de bahis bikin.

Ji bo ku em bikarin fêdey ji vê modêla şîkariyê werbigirin ku, modêlekê gelek modern e û piraniya rêxistinên cîhanê wê bikar tînin. Giringe em behsa hokar  û derencamên vê pirsgirêkê û kirîza Kurdistanê bikin:
 
Hokar çine?

Dibe ku hokar gelek bin, lê ez dê li vir hewil dem hokarên sereke diyar bikem ku bi dîtina min ew hokar xwe di nava van xalên li jêr de dibînin:

• Hejarî û neprofeyonaliya kultur û tecrûbeya parlamento, hikûmet, hizib, mediya, rêxistin û saziyên herêma Kurdistanê.
• Neîstîqrariya siyasî li Îraq û herêma Kurdistanê.
• Nebûna tecrûbeya hukimdariya pêşwext.
• Paşxana wêrana şerên xwekujiyê di sedsala borî de.
• Lawaziya sîstema perwerdeyê ku bikare bibe alatek  baş bo pêxistina kesên (ferd) civakê.
• Nebûna sîstemeke abûrî ya hevçerix (modern).
• Nebûna kulturekî demokratîk di nav civaka Kurdistanê de bi giştî.
• Destêwerdanên derve bi awayên cihê.

Derencam an verêja van hokarên li jor xwe di van diyardeyên li jêr de dibînin:

 Hejarî û bêkarî, bi taybetî di nava kategoriya gêncan de diyrdeyek (fenomênek) berçave.
 Tora parastina civakî ku bersiva pirsgirêkên nexweşî û kêmderametiyê bide, gelek kiz e û giştî nîne.
 Nebûna sîsteme sîgorteyê (temîn) bo kesên bêkar.
 Lawaziya sektora taybet di ware peydakirina derfetên karî bo bêkaran.
 Nebûna sîstemeke minasib ya meaşan ku pêdawîstiyên sereke yên kesan (ferd) dabîn bike.
 Leşkerekê karmendên hikûmetê heye ku mirov dikare bêje ew bêkariyeke veşatî ye.
 Needaletî û nebûna derfetên wekheviyê, xaleke din ya vê derencamê  ye.
 Kesên civakê, bi taybetî derçûyên zanîngehan, bi zanistê pêwîst neçekdar in daku ji bona çareserkirina pirsên civakê bibin hêzek.
 Me  ecindayeke hevbeş a millî nîne
 Teoriya bişikbûn û pîlangerandin dijî hev li Kurdistanê baladest e.
 Mêdiyayeke  puplik ku bikare karekî profesiyonal bike nîne.
  Hijmareke ber bi çav a qanûnên kevin ku ji bo demek diyarkirî hatîne derkirin, li pişt bûyer û biryarên siyasetmadaran in.
 Parlamenterên me li ser astê Bexda û herêma Kurdistanê û herwesa endamên civatên wîlayetan kêm serdana binkeyên xwe yên hilbijartnê dikin û    hevahengî di navbera her sê bazinên hilbijartî de kêmtir e.
 Beşdariya gêncan di prosesa biryardanê de di astên cihê de kêm e.
 Rahînanên berdewam û armancdar di astên cuda  de, bi taybetî di sewiya parlamento, hikûmet, hizib, mêdiya, rêxistin û saziyan de gelek lawaz e.
 Hevahengî di navbera organan de gelek lawaz e.
 Monopol di warên cihê de sîmayekî diyar yê nav civaka me ye.

Başe em çi bikin û me li Kurdistanê çi divê?

Daxaza me eger Kurdistaneke azad û aştîxaz be ku têde pêkvejiyaneke bi aşitî bijîn û guhertina desthilatê jî bi rêya sindoqên dengdanê be, dive em çi bikin?
 
Li ser esasê heman sîstema amadakirina pilanan, dive awayê programdananê li ser esasê van xalên li jêr be:

– Danana program û mekanîzmeke minasib bo berhingarbûna wan derencaman  ku li ser esasê konsêpta SMART be. Mexsed ji vê konsêptê; Armanc diyar bin, qabilî pîvanê bin, ji aliyê aliyên peywendîdar vee bên pesind kirin, realist bin û bi demê ve girêdayê bin  û li gor karakaterê her pirojeyekî ku xwe di armancên domkort, nawendî û domdirêj de dibînin.

– Yek xal a ku min hertim giringî pê daye, ew jî ewe ku me potansiyaleke gelek mezin ya kurdistaniyên diyaspora heye ku giringe êdî neyên îhmal kirin. Hemû ew pisporiyên me li Kurdistanê pêwîstî pê heye, bê dudilî, organize bikîn daku li hember gef û tehedayên rastî me dibin, serkeftîtir bîn.

Vegerandina baweriyê xala serekeye û mitewaziya (compromise) hemû aliyan pêwîste da ku em ji wê  kirîza ku di qazanca tu aliyan de nîne bi rûyên spî derbiçîn û li hember dîrokê û nifşê paşerojê serbilind bîn.

Rêya êkane ewe ku em hemû hest bikin ku em hemû dikarin ji bona avakirina baweriya pêwîst rê xweş bikîn. Bi a min pêngavên baş hatîne avêtin û eger em hemû bi cane berprisyarane reftar bikîn hinge dîtina çareseriyê di horîzontê da ye.

Bila em hemû bi wê hindavê (araesteyê) kar bikîn.

 

Têbînî! Ev artîkle di himara 79 roja 16-4-2011 di kovara Civil da belav boye u birêz Nasrat Hacî wergerandiye ser zarava kurmancî

Back to top button