Perlamenterên Kurdistanê daxwaza reforman ji Surîyê dikin
Berdevkê bloka Kurdistanî li parlemantoya Îraqê ragihand ku pêwîst e serokê Suriyeyê Beşar Esad berî ku serokên welatên din şîretan li wî bikin, di welatê xwe de reforman pêk bîne. Her weha daxwaz ji serokomarê Tirkiyeyê jî kir, li şûna ku şîretan li xelkê din bike, bila di welatê xwe de reformên zêdetir pêk bîne
Mueyed Teyîb berdevkê firaksiyona Kurdistanî li parlemantoya Îraqê di daxuyaniyekê de ji AKnewsê re got:
– Pêwîst e Beşar Esad bêyî ku, berpirsên welatên din şîretan lê wî bikin, di Sûriyeyê de reformanên ku xelkê wî welatî dixwaze, pêk bîne.
Teyîb di berdewamiya axaftina xwe de got:
– Hikûmeta Suriyeyê gelekî baş dizane ku divê berî ku şîret li wî bê kirin, serokê wî welatî reforman pêk bîne û desthilatên xwe kêm bike. Hikûmet jî û serokê wê jî dizanin dê çawa gelê xwe razî bikin.
Berdevkê bloka Kurdistanî daxwaz ji serokomarê Tirkiyeyê jî kir, li şûna ku şîretan li xelkê din bike, bila di welatê xwe de reformên zêdetir pêk bîne û got:
– Tirkiye baş dizane ku wê gelek arîşe digel kurdan hene. Gelo serokatiya Tirkiyeyê di welatê xwe de reforman pêk aniye ta şîretan li xelkê din bike?
Pêştir serrawêjkarê serokomarê Tirkiyeyê yê bo karûbarê Rojhilata Navîn Erşat Hûrmûzlû di daxuyaniyeke xwe ya digel Televîzyona El Erebiyeyê de gotibû:
– Enqereyê daxwaz ji serokê Sûriyeyê Beşar Esad kiriye ku desthilatên xwe kêm bike. Daxwazên xelk yên bo pêkanîna reforman rewa ye. Reformên li navçeya erebî gelekî dereng man. Tirkiye piştgirî dide pêkanîna reforman li Sûriyeyê.