Kultur

Ez erikan dixwazim

Lawikê biçûk:
“Ez naxwazim herim doktor.”
Bavê wî pirsî:
“Tu çima naxwaze?”
“Ez ji derziyan ditirsim”, bersiv da lawik.
Bersiva wî ne bi dilê dayika wî bû:
“Dema tu ji deziyan bitirse, tu ji nexweşiyan jî rizgar nabe!”
“Na, ez naçim doktor”, dubare kir lawik.

Bawê nêzî lawê xwe bû bi nermî pê re axifî:
“Lawê min. Şêrînê ber dilê bavê xwe. Li min guhdarî bike. Tu nexweş e. Ji bo siheta te baş bibe pêwîst e doktor li te binêre, kontrol bike. Divê zanîbe nexweşiya te çiye. Da ku rê pêş me bike û dermana ji te re binîvisîne. “
“Ez dermana naxwim”, got lawik. ” Tama wan ne xweş e û tal in”
Dayika wî bi hêrs lê vegerand:
“Nexwe, bimre û here!”
Bavê wî axaftina xwe domand:
“Hinek kes hene, bi temenê xwe ji te mezintir in. Zilam in. Lê mîna te newêrin herin doktor. Zanin ku nexweş in, lê ditirsin, naxwazin rastiya xwe bibhîzin. Jiyana bi êş û nexweşî wan natirsîne. Lê ji navê nexweşî û eşkerekirina rastiya xwe ditirsin. Divê em ji doktor, ji derzî, ji talbûn û tama derman û navê nexweşiyan netirsin. Pêwîst e em ji nexweşiyan bitirsin. Dema em li ser nexweşiyên xwe neyên ronîkirin, nexweşî dê me bixwin û tune bikin. Lê dema em bi zanatî tevbigerin, em ê wan bixwin,  ji holê rakin. “
“Ez naxwazim nexweşiyan bixwim û ji holê rakim”, got lawik.
Bavê wî nema xwe girt û keniya. Paşê şaşîtiya xwe serast kir:
“Mebesta min, nîşandana giringiya dermankirin û tunekirina nexweşiyan bû.”
 “Ez dermanan naxwim” bersiv da lawê wî. “Kêfa min ji derziyan re nayê û ez naxwazim zora nexweşiyan jî bibim.”
Bavê wî destê xwe danî ser eniya lawê xwe.
“Laşê te dikele û agirê te pir bilind bûye.”
“Ez ne şirûban vedixwim û ne jî hebikên dermên dixwim”, dubare kir lawik.
“Kerafîyê bixwe!”, lê vegerand dayika wî.

Lê bavê wî, bi israr û nermî axaftina xwe domand:
“Lawê min yê dilovan. Li bavê xwe guhdarî bike. Eksiya neke. Serhişkî ne baş e. Dema em neçin cem doktor dê nexweşî li te giran bibe. Em dê nikarîbin rê li ber bigrin û tu dikarî ji ber bimre. Niha nexweşiya te biçûk xuyanî dike. Lê hemû tiştên mezin dibin di despêkê de biçûk in. Roj bi roj mezin dibin. Weke mîsal, çemên xurt bi saya cok û kanalên biçûk mezin dibin. Deryayên mezin jî bi saya ava çeman bêserûbinî dibin. Zarokên biçûk mezin dibin û dibin zilam. Derewên biçûk zemînê ji derevên mezin re amade dikin. Dubarekirina xeletiyên biçûk dibin bingeha şaşitiyên mezin. Êşên biçûk jî giran dibin û nexweşiyên mezin pêk dihênin.”
“Ez naçim doktor. Ez erikan dixwazim”, got lawikê biçûk.
“Niha çile ye. Em dê erika ji te re çawa peyde bikin?”, jê pirsî dayika wî. Paşê li rêya îknakirina wî geriya. “Dema tu bi me re bê cem doktor, ez ê erikan jî ji te re bikirim.”
Lawikê biçûk:
“Ez ne erikan dixwazim û ne jî diçim cem doktor.”

Bavê wî careke din pê re qise kir:
“Êşa derziyan û talbûna dermanan tê û diçe. Dema em êş û talbûnên biçûk nepejirînin, nedin ber çavê xwe, em dê nikaribin xwe ji êş û nexweşiyên mezin rizgar bikin. Divê em wêrek bin. Tirsa ji derziyan, nexweşiyan bihêz dike. Fedekariya lixwexistina derziyan tirsê dişkîne. Dema mirov tirsê bişkîne zora nexweşiyan jî dibe. De ka bêje lawê min, tu jiyanek bi sihet dixwaze, an bi nexweşî?”
Lawik got:
“Ez erikan dixwazim.”
Dayika lawik berê xwe da mêrê xwe û bi hêrs:
“Tu zêde rû dide Lawê xwe. Ew jî xeletiyan dike. Tev sûcê te ye! Axaftina zêde pêwîst nake. Wî hilgire û bibe doktor. Giriyê wî ji xwe re neke kul. Bila bigrî heta biweste.”
Lawik dest bi girî kir û axifî:
“Ez naçim doktor.”
Bavê wî:
“Negrî û li min guhdarî bike. Tu biçûk e. Ez û dayika te mezin in. Dema em bixwazin, dikarin bi milên te bigrin û bibin doktor. Berxwedana te jî alîkariyê nake. Mirov karekî ji bo başiya te, bi zorê bide kirin, ne baş e. Wisa ye, an na? Daxwazî û hêviya min ew e ku, baweriya te bi me û bi sûdên serdana doktorî were û tu bi dilê xwe, ne ku bi zorê bê cem doktor.”
Lawik dubare kir:
“Ez naxwazim herim nik doktorî.”
Bavê wî nema xwe girt û keniya.
Lawik sedema kenê bavê xwe meraq kir û jê pirsî:
“Tu çima dikene?”
Bavê wî besiv da:
“Hinek mirov hene, mîna te ku ji doktoran ditirsin, ji şoreşê jî ditirsin. Di bin hejartî, tadeyî û zilmê de dinalin, lê dîsa jî ji şoreşa ku wan rizgar bike, xwe dur digrin û ditirsin. Kenê min bi vê yekê tê.”
“Şoreş çi ye?”
Bawê wî hinikekî fikirî û bersiv dayê:
“Dema ez baweriya te bi netirsîna ji doktor bihênim û bi aweyekî serkevftî te bibim cem wî, ew ji bo te pêkanîna şoreşekê ye.”
Lawikê biçûk bi dengekî bilind dest bi girî kir û domand:
“Ez şoreş-moreşan naxwazim. Ez erikan dixwazim.”

Wergêr: Zarathustra Gabar ÇIYAN – Cîhana Weşana

Tebînî:  Ev çîroka Yilmaz Guney, ji pirtûka wî “Oğluma hikayeler”, çîroka “Giranbûna nexweşiyên biçûk rê li ber nexweşiyên mezin vedike” ji bo kovara “Guney” hatibû wergerandin.

Back to top button