Polîtîk

Kuzu: Navên 28 hezar cîh û waran bi zorê hatibû guhertin

Guven Kuzu Serokê Jura(odeya) Bazirganî û Pîşezasiya Sêrtê di derbarê paketa demokrasiyê ya Erdogan de xweşhaliya xwe bi vegerandina navê Tillo (Aydinlar) ê derbirî û da zanîn ku ji ber politikayên asîmîlasyon û Tirkkirinê navên gelek cîh û waran bi zorê hatibûn guhertin. Niha Hikûmeta me biryarê daye ku wan navan vegerîne eve jî cihê xweşhaliyê ye.

Her wiha Kuzu dibêje: Di dîroka komariyê de navên 12 hezar 211 gund û 28 hezar cîh û warên nîştecîhbûnê bi zorê hatibûn gûhertin. Bi awayeke din nêzîkî sedî 35 ê navên gundên Tirkiyê hatibûn guhertin. Eve jî bêyî rizamendiya xelkê û bi armanca asîmîlasyonê hatine kirin. Navên Erebî, Kurdî, Lazî û Çerkezî hatine guhertin û şûna wan navên Tirkî hatine danîn. Ev polîtîka jî zêdetir li herêmên Kurdan û Ereban û her wiha herêmên Laz û Gurcuyan tê dîtin.

Kuzu di dawiya daxuyaniya xwe de dide zanîn ku ew kesên ku dixwazin cûdahiyê têxin nava wan mirovên ku bi zimanên cûda diaxivin û dixwazin hemû mirovan bikin wekî yek dê wenda bikin û ser nakevin. Em dixwazin navên hemû çiya û zozanên ku em lê mezin bûne vegerînin ser navên wan yê berê.

Back to top button