Polîtîk

Ewên ku hêviya xwe winda dikin pêşeroja wan tuneye

 

Platforma Dostên Enqere xwarinek ya fitarê organîze kirin û serokwwezîrê berê Ahmet Davutoglu ji berî fitarê axavtinek kir.

Davutoglu di axvtine xwe de got: Min dost ditîn ku tu cara xwe ji rastiyê nedan aliyekî û di qonaxên zehmet de berê xwe ji min neguherîn.Hinek tişt dema nirxê xwe winda bikin mirov dikare fam bike û mirov bê dihese ku, hêdî ew tişt nayê berdewam kirin. Dostên rast ne ewin ku yên tenê wesfên hev bidin, ewin ku yên bi heqîqatê bihevre bidin û bistînin. Di vê qonaxê de tişta herî girîng ku me winda kirî ev bi xwe ye.

Davutoglu behsa guhertinên li cîhanê dibin kir û got: Li cîhanê be hêviyek peyda bûye. Lê bê hêviya herî mezin li welatê me heye. Mirov berê xwe dide kî, bi awayekî di nav psikolojiya bê hêviyê de ye.Krîzên darayî, gotarên tund û tûj û ji hemûya girîngtir têkçûnek ya ehlaqî peyda bûye. Ev yek bi xwe dibe sedemek mezin ya reşahiyê û bê hêvîtîyê. Eger em bixwazin di vê qonaxa de peyamekî bidin mirovatiyê, divê ji berî hemû tiştekî em psikolojiya xwe serast bikin.

Ahmet Davutoglu dibêje: Bê hêvîtî li me nayê. Mirov dikare her tiştekî winda bike û cardin destve bîne.Desthilatî tê winda kirin, lê cardin mirov dikare serbikeve û desthilatiyê destve bîne. Yek tişt heye ku dema mirov carekî winda bike, hêdî nikare carek din destve bîne. Ew jî hêvî ye. Kesê hêviya xwe winda bike pêşeroja wî tuneye. Tirs û guvaş nikare hêviyê winda bike. Ya ku hêviyê peyda dike, ewe ku mirov bi referansek hevbeş bikaribe vizyonek nû biafirîne. Afirandina vizyonê bi azadiya fikrî dibe. Eger ne li gora me bê jî, her ramana bê afirandir bereket e.

Davutoglu di axavtina xwe de behsa metirsiyek ya xwe kir û got: Di van demê dawî de, ji bo min metirsiya herî mezin ewe ku, me referansên xwe yên hevbeş winda kiriye. Tişta ku civatê bi hevre girê dide û dihêle li ser linga, referansên hevbeşin.

Divê vêca em hemû ji taxên xwe derkevin derve. Civatên ku xwe di taxên xwe de asê dikin piştî demekî ji hevdiçin û parçe dibin. Min ev yek li Iraqê dît. Min dît ku li Bexdayê, li Musilê tax çewe ji hevçûn û parçe bûn. Demana me ya herî mezin ewe ku , em ji taxên xwe derkevin derve.

Back to top button