Cîhan

Brîtanya pişgiriya DYA dike

Di aloziya navbera DYA û Îranê de welatên Yekitiya Ewropayê helwestek zelal ranegihandine û heta vê gavê jî bê helwestiya wan berdewa me. YE behsa ji halê rakirina aloziyê dikin , lê hêja rêkevtina wan ya Atomî li gel Îranê berdewame.

Britanya di vê derbarêde helwesta xwe eçkere kir û rahinadine ku Britanya aloziya navbera DYA û Îranê de pişgiriya Amerikayê dikin.

Wezîra Berevaniya Brîtanyayê Penny Mordaunt di derbarê aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de axivî û got ku ew piştevan û alîkarên Washingtonê ne.

Penny Mordaunt

Penny Mordaunt li ser pirsa endamekî parlamentoya Brîtanyayê ya di derbarê aloziya di navbera Amerîka û Îranê de, aşkera kir ku eger aloziyên di navbera herdu welatan li kendavê berfireh bibin û dê alîkariya Washington û hevpeymanên xwe bikin û li kêleka wan cih bigirin.

Mordaunt ragihand ku ew derbarê nîgeraniyên hevalbendên xwe yên li ser hewlên Îranê yên bo têkbirina seqamgiriyê di heman nêrînê de ne ragihand ku hêzên Brîtanya li Kendavê hene û amade ne bo alîkariya hevpeymanan.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt jî beriya bi çend rojan aşkera kiribû ku Amerîka dê bersiva her êrişeke Îranê ya li ser berjewendiyên xwe bide û bi vî awayî piştevaniya xwe ji Amerîkayê re diyar kiribû.

Back to top button