KulturRojev

Ew kurdiya hatî ji bîr kirin emê cardin bidin axavtin

Demekî de ku, li bakurê Kurdistanê rojane behsa alozbûna karanîna zimanê kurdî tê kirin û herweha di nava civatê de karanina zimanê kurdî rojane kêm dib û di dewsa wê de Tirkiyek xirab tê bi karanîn. Lê eve demeke taybetî jî muzika ku li kolana tê gotin bandorek mezin bi karanina zimanê Kurdî kir. Herweha di van demên dawî de fenomenên înternetê de jî medya civakî de peydabûne û zimanê Kurdî wek xwe, wek ku çewe rojana di nava malbata û bazara de tê bi karanîn xeber didin û vê yekê bandorek gelek erênî bikaranîna zimanê Kurdî kiriye û dike.

Di kanalên Youtubê de gelek babet rojanê têne bi karanîn. Yek ji wan jî fenomenê medya civakî  Deniz Özer e , Deniz gelek bernameyên kurt li gel hinek hevalên xwe çêdike û wan di internetê de belav dike, piraniya wan henekin û keyfa xelkê jê re tê.

Deniz herî dawî rêzefilmek çêkir û 8 beş jê belav kirin û niha jî beşa herî dawî belav dikin û vê rêzefilmê dawî tînin. Navê rêzefilmê ÎŞEV e. Deniz dibêje me navê rêzefilma xwe kir Îşev , ji naveroka rêzefilmê xwestina keçekî ji malbata wê ye. Ji ber ku keçik dibêje; Eger hun Îşev neyên min nexwazin, dê babê min, min bide yek din. Me jî navê rêzefilma xwe kir Îşev.

Deniz Ozer

Di derbarê zimanê Kurdî de Deniz dibêje: Kurdî zimanê dayikê ye, hêdî hêdî tê ji bîr kirin. Dema em li kolanan dinêrin Kurdî nayê axavtin.Armanca me ewe ku ew kurdiya di kolanan de hatî ji bîr kirin cardin kolanan de werê axavtin. Em çêr(sixêf)ên xwe bi Kurdî dikin, kesek jî nabê je ev ne çêrên mene.Em çêrên xwe bi zimanê xwe dikin ji bo bikevê di hişên wan de. Sedemek jî ewe ku em kolanan de bi çêran mezin bûn. Bila kesek me sansûr neke.Emê di vê rêyê de bimeşin , bila kesek astenga ji mere çêneke.

Back to top button