Nivîsar

Evîn û evîndarî

Di dîroka mirovahîyé de,di pirén destan,çirok û efsaneyan de evîn bi awayekî sereke cih girtîye. Lewra evîn û evîndarî di xwezaya mirovan de heye.

 Kesén ku hestén evîné bi pére tinebe,ew kes weke dareke hışk û zûwaye. weke erda beyar û hişke bé berheme. Evînîyén herî mezin di erdnîgarîyén di héla çand û zanîné de dewlemend de çébûne.

Mînak di dîroké de pirén evîndaran di axa mezopotamya û ya Rojhilata Navîn de pék hatıne, lewra herî ax û erdnîgarîya romantîk jî ev welatin. ji van çend evîndar én weke mem û zîn,ferhed û şîrin,Leyla û Mecnun,sîyabend û Xecé,Cemberîyé kuré mîré Hakkarî û Bınevşa Narîn,Melayé Cizîrî û keça mîré Cizîré û hwd. evîn; hevîrkirina hemû hestén hezkırin û ramana xweşî û aramîyé di nav hevde ye.

Evîn,hestén herî pîroz û bilindin. evîndarî; di navbera du kesan de yekbûna hestan,ramané û gîyané ye, yanî ez dibim tu,tu jî dıbî ez, du beden du mejî û du gîyan dibin yek.

 Ev jî mirov digéjîne merteba herî bilind û herî paqıi… lé belé ev kesén evîndar ku me behsa wan kir tené sembolın jı bo evîndaran. Bi hazarn jî evîndar hene di nav civaké de û nayén zanîn, lewra jı ber ku civakén heremé tim dibin bandorîya ol’an û birdozîyan de mane,di nav wan de evîndarî qedexeye,qebehete û sunce.

Bi hazaran kes jî ji ber vîqasî hatine kûştin. Ya herî xirab di nav gelén heremé de nemaze di nav gelé Kurd de çandeka zewicandiné hebû ku ji hemû hestén evindariyé dûrbû, haya keçik û kurik ji tiştekî tunebû wan li hev mardikirin.

Keçik héj zarok an didane kuré mam û metıké,an jî kuré xal û xaltîké, dibe ku her du jî bi hineki dinre evîndarbin,lé keseki ji wan ne dıpırsi. Ev zewac jî dibû azab ji wan re heya diçûne goré, piré caran jî héj di dergûş” de ew didane hev û dibûn yén hev heya mezindibûn.

Lê carnan hinek kesan li hemberî vé çandé serî rakirine evîndarîya wan zor daye ser wan û bi hevre revîne, ev jî dibû sedemé kûştına wan. Lewra cezayé evîndarîyé tené kûştine. Bi hazaran kes jî bi vî rengî tinebûne.

Lé digel her tiştî evîndarîya beré pirtir romantîk bû û pir paqij û hestén pîrozbûn. weke niha teknolojî tınebû,an li çolé,an jî lı nav rez û bexçeyan carnan ji di réya kanîyan de tené bi deqîqan hev di dîtin ü hestén xwe jı hevre parvedıkırın.

Bi vi rengi bi hazaran evîndarén bénav ji hene, jı ber vî qasî ku evîndarî di nav kurdan de qedexebû, pirén destan,çirok û meselekoén me li ser evîndarîyé ne. Di van de hestén nava xwe di anîn ziman. Lé mixabin di dema irode evîndari pir lewazbûye,naveroka evîné vale kirine,dibin navé evîndarîyé de jiyaneka kirét didin meşandin. gelek jî evîn û evîndarîyé di zayendbûné de dibînin. dîsa em dibéjin,evînî hestén herî pîrozin,paqijın û rasteqînin.

Evîndarî,arame,şahîye,romantîzme,yekbûnîye,rézgirtine,şadîye,wekhevbûne,parvekirina jiyané ye û bexç” bıhûşté ye. Gelek helbest û sitran ,u behrem li ser evîndarî yê çê bûne,dengbêjan,hunermendan,helbestvanan,wênekêşan,çirokbêjan hunera xweyî herî zêde li ser evînê kirine.xeml û cil,desmal,çarik,kulilk çiya daristan, çav,lêv,bejn,beden por,hemû bûne kehremanên evînîyê.
Gelekan navê/wî /wê li ser daran li ser çermên xwe di desmalên xwe û di çikirina morîkande kolane an neqişandine,ê kû xwe boyî evîna xwe qêmîşî bedena xwe kirine xwe kuştine.

Lê di Kurdîstan ê de evîndarîya herî zehmet ji jinan re ye bela ku nikare evîna xwe bine ziman û bijî ji berk u ewê bi çavekî xerab lê binerin û bifikirin,çi di dil ê kê debe divê feşêre nebêje.

Eevin hene ji evina mem û zînê dijwartir lê mixabin newrin an ji ber fedyê û şermê nabêjin. Ji xeynî kul û qehr,hêvî û bêrî ya evîndarîyê. Bê tomarkirin,jiyan li ser evîndarîyê ye.

ZÎNÊ AMEDÎ

 

Back to top button