Ev şerê çîye?
Li Bakurê Kurdistanê li gelek nevçeyan di nava bajêr de şerê çekdarên PKKê û hêzên asayîşa dewleta Tirk berdewam e.Li Farqînê derketina derve hate qedexekirin.Li kolanên bajêr de çekdarên PKKê bi çekên giran êrîş dikin. Hêzên dewletê jî operasyona dikin. Kuştî û birîndar hene.Heta niha li gora agahdariyan çekdarek PKKê jiyana xwe ji dest daye û yek jî birîndare.Li Şemzina, Geverê. Silopî rewş nexweşe. Tevliheviyek mezin heye.Ev şerê çiye? Şerê kiye? kes nizane.Cardin armenc ewe ku av şilo bibe û hêzên tarî bikevin rojeva Tirkiye û taybetî Kurdistanê tevlihev bikin.Di vî şerî de herdu aliyê şer dikin xeletin. Ev ne şerê serxwebûna Kurdistanê ye. Ev ne şerê destkeftiyên Kurdistanine. Başe şerê çîye?Rayadarên PKKê didin xuyakirin ku ev ne şerek li dijê dewletêye. Li dijê AKPê ye. AKP kiye dewlet kiye?Mixabin heta niha jî gelek aliyên Tirk , taybetî çepên Tirk vî şerî dixwazin. Armanca wan tenê dijitiya AKPê ye. Dijitiya hinek aliyên nijadperest û çepên Tirk ya AKPê ne pirsa Kurdistanê ye. Bila ew xwe ji hev safî bikin.Di vî şerî de zerera mezin kurd dibînin. Gelek bajara jiyan sekiniye, xelk di nava tirsê de ye. Jiyana civakî têkilhev bûye. Aboriya xelkê ber bi xirabiyê ve diçe.Gelek tişt hene ku di derbarê vî şerî de bêne gotin. Lê mixabin piraniya aliya deng nakin û bi awayekî dixwazin behrekî ji ranta şer bigrin…Herkes dizane dawiya vî şerî li kûye.Di hilbijartinan de ew aliyên wek Gulen li Kurdistanê pişgir didan HDP. ew grubên medya Tirk ku pişgirî didan HDPê, îro cardin dewleta xwe diparêzin.Li gora wan PKK terorist e. Dema nûşeyên kuştina leşkerekî didin rehmê li PKKê nakin. Dostaniya wan heta derekiye. Niha ew gihatin Armanca xwe lê kurd winda dikin. xusarê dibînin.Di encamê de Ocalan daxuyaniyekî dide û cardin bê dengî pêktê. Lê gelo hesabê evqas xwîn dê kî bide.?Nûçe/analîzN.Firat